Cenazê Firadê 13 salî sipartin axê

19:15

JINHA

AMED - Cenazeyê Firat Sîmpîl (13) ê li Farqînê di teqînê de jiyana xwe ji dest da hate definkirin.

Cenazeyê Firat Sîmpîl (13) ê li navçeya Farqîna Amedê di teqînê de jiyana xwe ji dest da piştî ku li Amedê otopsî hate kirin anîn Farqînê û hate definkirin. Rêveberên HDP û DBP'ê, xebatkarên Şaredariya Farqînê û bi sedan kes beşdarî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Firat ê biçûk anîn Mizgefta Karabehlulbeyê û piştî wecîbeyên olî bi duayan hate definkirin.

Xwediyê baxçe girtin binçavan

Li aliyê din xwediyê baxçeyê ku têqîn têde pêk hat hate binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Farqînê.

(zt)