Dayîk: Dê AKP winda bike ev şer dê gel qazanc bike

09:10

Beritan Canozer / JINHA

AMED - Dayîkan li hembker konsepta şerê ser gelê kurd hatî despêkirin banga tekoşîna aştiyê li her kesê kirin û gotin: "Dê AKP windabike, ev şer dê gel qazanc bike."

Konsepta şer a ku hikumeta AKP'ê ya demî li ser gelê kurd dide meşandin her roj qirkirinek nû dikin. Her roja diçe bîlançoya şer girantir dibe. Di serî de li navçeyên Silopî û Cizîrên Şirnexê, li navçeyên Farqîn û Lîcê yên Amedê li gelek deveran sepantinên salên 90'an dixin meriyetê. Dayîkên ku bi salanin êşên mezin dikêşin, ji bo ku ciwan nemirin tekoşîna aştiyê didin bang li ronakbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmendaran kirin û li dora xeleka aştiyê bicivin. Ji dayîkan Rahime Çelik diyar kir ku ev şer tenê ne şerê kurdane û şerê li hember kurdan hatî despêkirin her kesê bandor dike. Rahime da zanîn ku divê li hemberî şer her kes dest bidin hev.

'Dê ev şer Erdogan jî tine bike'

Rahime destnîşan kir ku divê demek ji yadinê zutir ev şer bê rawestandin û wiha domand: "Dema ku şer nesekine dê kolan bên rewşa êdî em nikarin lêbigerin. Emê êdî nikarin di mala xwe de jî bisekinin. Emê her roj heskiriyek xwe windabikin û cîranek xwe winda bikin. Erdogan wedizane dê di vî şerî de tenê kurd tine bibin, lê dê ev şer Erdogan jî tine bike. Ew difikire piştî ewqas can dê li ser kursî rune, lê xeyalan dike. Ma me ji bo sarayê zarokên xwe mezin kirine? Zarokên minê min ji bo sarayê aniyîn diniyayê û mezin kirî nîne. Kesê zarokên wiha nîne. Gelek dixwaze bila kurê xwe rêke leşkeriyê. Ma gelo kurdbûn suce? Di cîhanê de gelê kurd mafê jiyankirinê heye û emê vî mafî bi dest bixin."

'Emê bi hev re aştî û aramiyê bînin vî welatî'

Leyla Aslan jî bilêv kir ku ji bo canê dayîkek din jî neşewite ew li vî welatî tekoşîna aştiyê birêve dibin û wiha berdewam kir: "Em welat parçedikin, aştiyê naxwazin, me şer daye despêkirin! Ger wihaye çima herî zêde zarokên me tên qetilkirin? Çima her roj agir dikeve mala kurdekê de? Ger me şer daye despêkirin çima hîna ji vî welatî re Tirkiye dibêjin. Ger em parçebûnê dixwazin çima hîna heya niha me vî welatî parçe nekiriye? Ev şer ne şerê meye. 3 salin dayîkên leşker û polîsannagirîn ev di saya medebû. Bi saya aştiya me ew nedigirî, lê dîsan her roj agir diket hindirê malên me. Niha jî derketiye dibêje; 'Kurd terorîsin, kurd cudaxwazin.' Em êdî dawîbûna vî şerî dixwazin. Em naxwazin ne dayîkên leker, ne yên polîsan û ne jî dayîkên gerilayan bigirîn. Bila bên em bi hev re aştî û aramiyê bînin vî welatî. Bila bên destê xwe bidin destê me, em êdî desturê nedin mirina ti ciwanên din."

'Em naxwazin ax bi xwînê sor bibe'

Sakîne Arat jî diyar kir ku weke jin ew li hember mirinanin, ji ber herî zêde şer ziyanê didin jinan û jinan di êşîne û wiha dom kir: "Ne leşker ne jî gerila naxwazin şer bikin. AKP leşkeran bi zorê dişîne şer. Em li hemberê şerê AKP'ê yê sarayê ne. Jin, zarok, ciwan, pîr, leşker û gerila şer naxwazin. Em naxwazin ev ax bi rengê xwînê bê boyakirin. Em li dijî şerin, lê em ji bo li hember şerê AKP'ê jî ji şer re amadene. Ne bi çekên giran, top û tangan. Emê bi gul û pirtûkên xwe şer bikin. Her guleya ew bavêjin me emê li hemberî wê gulekê dirêjî wan bikin. Dê AKP winda bike û ev şer gel qazanc bike. Dê Erdogan serê xwe bixe ber xwe û ji vî welatî derkeve. Êdî bese em aştiyê dixwazin tenê aştiyê."

'Emê despêkê Rêberê xwe azad bikin'

Rahime da zanîn ku AKP'ê dizî kir wezîr û rêveberên xwe negirtin, gelê kurd ne dizî kiriye ne mafê kesê xwariye. Rahime anî ziman ku ev bêmafî qet nayê pejirandin û wiha axivî: "Heya dilopek xwîn di demarên me de mabe emê ji bo aştiyê biqêrin. Em netenê bang li dayîkan, em bang li ronakbîran, nivîskaran, hunermendan û siyasetmendaran jî dikin. Bila ew jî destê xwe bixin binber de û ji bo aştiyê tiştekê bikin. Em naxwazin dayîk bigirîn, êdî bese. Em ji hilbijartinan natirsin. Heta hevdîtinan bi Rêbertiya me re nekin emê azad nebin. Despêkê azadiya Rêbertiya me paşê azadiya me."

(zt)