'Divê em bibin dengê girtiyên di girevê de'
10:29
Oyku Dilara Keskin/ JINHA
STENBOL - Hevseroka TUAD'ê Sûreyya Aydin daxwazê girtiyên PKK û PAJK'ê ên ku 15 rojin dest bi gireva birçîbûnê kirine nirxand û wiha got: "Daxwazê girtiyan heman demê de daxwazên mene jî. Divê êdî gel derkeve meydanê û piştgirî bidin girtiyên girtîgehê."
Girtiyên PKK û PAJK'ê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, operasyona qirkirina siyasî û cenazeyên YPG/YPJ'ê ên ku tê asteng kirin û radestî malbatê nayê kirin ji 15'ê Tebaxê gireva bêdem û dorveger a ku dane despêkirin didome. Gireva birçîbûnê bi ketina roja xwe a 15'mîn re, şîdet û tundî li ser girtiyên di gireva birçîbûnê de zêde dibe. Mehmet Adiyaman û Sînan Şîmşek ên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Burhaniya a Balikesîrê ji 15'ê Tebaxê dest bi gireva birçîbûnê kirine wan girtine hûcrê û vîtamîna B-12 nadin wan. Her wiha li Girtîgeha Denîzli yê jî rojname û kovar nadin du girtiyên siyasî û girtî ji xizmetên tenduristiyê sûdê nagirin. Li Girtîgeha Tîpa E ya Meletye yê jî 13 girtiyên di girevê de xwestine bi zorê qowişê wan bigherin, li ser ne razîbûna girtiyan gengeşe di navbera gardiyan û girtiyande despêkiriye û di encamê de girtî hatine darp kirin. Li hember şîdeta ku di girtîgehê de didomin, girtî berxwdana xwe mezin dikin.
'Dewlet çi ma ku bike qey?'
Derbarê gireva birçîbûnê de Hevseroka TUAD'ê ya Stenbolê Sûreyya Aydin axivî û diyar kir ku, bi têkçûna AKP'ê ya di hilbijartinê de li hember gel şer daye despêkirin û ji 5'ê Nîsanê ve hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatî asteng kirin û tecrît hatiye giran kirine. Sûreyya destnîşan kir ku AKP'ê pêvajoya çareseriyê bi dawî kiriye û got: "AKP'ê nasname, ziman û daxwazê gel ne pejrandiye. AKP'ê naxwaze dev ji sarayê berde." Sûreyya da zanîn ku li hember biryarê "Rêvebiriya cewherî" êrîş, operasyona qirkirina siyasî û îskence li hember cenazeyên gerîlla hatiye despêkirin û wiha pirsî: "Dewlet çi ma ku bike qey?."
'Gireva birçîbûnê çalakiyek a raperînê ye'
Sûreyya diyar kir ku, ji aliyekî ve qetiliam li Kurdistanê pêk tê, li aliyê din jî girtiyên di gireva birçûbûnê de rastî tundî û îskenc tên û wiha domkir: "Li aliyek şer didome li aliyê din girtîgehên nû tên çêkirin û girtiyên siyasî rastî tundiyê û surginyê tên kirin." Sûreyya gireva birçîbûnê wek çalakiyek a raperînê wesifkir û wiha pêde çû: "Berî vê jî girtiyan li dijî îskencê dest bi gireva birçîbûnê kiribûn. Çalakiyên bi vî aweyî ji bo ku dengê xwe bighînin hemû cîhanê tê kirin." Sûreyya bi bîr xist ku di 12'ê Îlona 2012'an de girtiyên PKK û PAJK'ê 68 rojan çalakiya birçîbûnê dabûn despêkirin û li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî hatibû bidawî kirin û got ku divê dengê çalakvanên girtîgehê bighê hemû cîhanê.
'Divê gel deng bide girtiyên di girevê de'
Sûreyya anî ziman ku Gaffur Bayram yê li Girtîgeha Tîpa E ya Meletye yê hestiyê wî hatine şikandin û diyar kir ku ji bo buyerê bi vî aweyî zêde nebin divê rayê giştî bikeve tevgerê û pêşî li şîdet û tundiyên ku li ser girtiyan tê kirin bê astang kirin. Sûreyya behsa daxwazê girtiyên di girevê de jî kir û wiha got: "Daxwazê girtiyan heman demê de daxwazên mene jî. Divê êdî gel derkeve û bi aweyek cidî deng bide girtiyên di girevê de. Pêwîste gel derkeve meydanan û piştgirî bide girtiyan."
Sûreyya anî ziman ku ji bo piştgiriya çalakiyên girtiyên li girtîgehê dê li Stenbolê çalakî bidin despêkirin û diyar kir ku divê Stenbol bibe bersivê çalakvanên girtîgehê.
(rc)