'Ger li Emine Erdogan xweş tê bila ew jî zarokên xwe bişîne leşkeriyê'

10:40

Nurcan Yalçın/JINHA

AMED - Jinên ku bersivdan gotinên Emine Erdogan ên weke "Sebir biêşe lê fêkiyên wê şîrîne" ku dixwaze dayîk zarokên xwe bişînin mirinê dan û gotin: "Ger gelek li wê xweş tê bila zarokên xwe bişîne leşkeriyê û ew bi xwe wan fêkiyên xwe tam bike."

Dayîkên dibêjin "Ev şer şerê sarayê ye" û li hember mirina zarokên xwe di vê rêyê de raperînê dikin hene. Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî gotibû "Em amadene zarokên xwe di vê rêyê de feda bikin." Vêcarê jî hevsera Serokomar Recep Tayyip Erdogan Emine Erdogan jî ji bo dayîkan gotinên weke "Sabir biêşe lê fêkiyên wê şîrîne" ji bo zarokên xwe rêkin mirinê got. Dayîkan jî bersiv dan Emîne Erdogan û gotin: "Ger fêkî gelek ji bo wê xweşe bila kurê xwe bişîne leşkeriyê. Bila ew jî hinek wan fêkiyên xweş tambike. Ev 40 salin ser vê erdngariyê şer heye, di vî şerî de dayîkan ji derveyî êşê tiştekdin nedîtine. Di jiyana dayîkan de fêkiyên herî bi tam weledên wa nin."

'Êdî malbat ji van şîroveyan bawer nakin'

Yek ji jinên bertek nîşanî gotinên Emîne Erdogan da Ayşe Alici diyar kir ku êdî lîstokên hikumeta AKP'ê bi awayek vekirî derket holê û wiha domand: "Bi şîroveyên xwe nedikarin dilê malbatên şehîdan xweş bikin ne jî dikarin vî şerî bidin pejirandin. Belê em jî bilindbûna asta şihadetê dizanin, lê gelo ew ciwan mirinê dixwazin? Gelo ew malbat dixwazin zarokên xwe bişînin? Gelo hîç ev pirsîn? Bi wan gotinên wan ên vînşikandinê bi malbatan zêdetir êşê didin kişandin. Di demên dawiyê de me hemûyan şehîd dan, malbatên şehîdan bertek nîşan dan. Ev 40 salin li vî welatî şer heye û her dem em bedelan didin. Ez bawernakim ti can biçe mirinê bixwaze."

'Gelo fêkiyên bidin malbatên zarokên xwe winda kirîn dibe çî be?'

Ayşe axaftinên xwe wiha berdewam kir: "Leşker û polîsên dimirin tenê ji ber ew peyîwira wane dikin û dimirin, malbatên wan jî neçar dimînin bêdeng bibin. Emîne Erdogan dibêje 'Sabir biêşe lê fêkiyên wê şîrînin.' Kîjan dayîkên di şerê 40 salan de zarokên xwe winda kirî heya niha fêkiyek xweş xwariye. Gelo fêkiyên bidin malbatên zarokên xwe windakirine dibe çî be? Emîne xwestiye çî bêje ez mereq dikim. Qala fêkiyên çî dike? Li gorî min evqas şîroveyek erjeng nabe. Ger dixwaze fêkiyek xweş bide dayîkan bila vî şerî bidawî bike."

'Ti dayîk şer naxwazin'

Hanim Kaplan jî destnîşan kir ku ti dayîkan bi hêsanî zarokên xwe ne anîne dinê û wiha dom kir: "Em dayîk bi kîjan hejarî û zoriyan zarokên xwe mezin dikin. Hinek dayîk hene di malên xwe de xwarina bidin zarokên xwe nabîne, tenê odeyek a serê xwe bêxin ber nabînin. Gelo dewlet ji me çî dixwaze? Ne heyîfa van zarok û ciwanane, mane hemû zarokên dayîkên wan bi zorî anîne diniyayê û bi zorî mezin kirine nin. Bira bi bira didin kuştin. Sedema vê çiye? Bila despêkê nirsandina vê ji bo me bike. Ger tenê heskirina kurdiye, bila kurdiyê xwe bigire û rune. Ji xwe hiquqê nas nake. Ti dayîk şer naxwaze."

'Ji bo saraya xwe zarokên feqîran feda dike'

Hanim anî ziman ku Emine Erdogan şer rewa dike û wiha pêde çu: "Ji bo berjewendiyên xwe yên sarayê zarokên hejaran feda dike. Qala fêkiyê çî dike. Fêkiyên herî xweş ji bo dayîkan zarokên wan li gel wan be û zarokên xwe di welatek bê şer de mezin bikin. Ez weke dayîkek tenê dixwazim zarokên me nemirin. Berê me ji bo zarokê xwe kar dixwest. Me mafê wan ê xwendinê dixwest, lê em niha tiştek naxazin. Tenê şer nebe zarokên me nemirin. Em ne kar ne jî tiştekdin naxwazin. Em her dem di tirsa deruniya dê zarokên me kengê bimirin denin."

'Weke ku gelek tiştek normale qala 'fêkiyên xweş' dike'

Dayîka 5 zarokan Aliye Akin jî got: "Ma gelo rondikên çavê dayîkan ne bese? Dixwaze bila tirk, kurd, laz, çerkez, elewî kî dibe bila bibe her dayîka ku weledê xwe winda kir, wekek rengê rondikên çavan nîne, ziman û olê wan jî nediyare. Emîne ne di ferqa gotinên xwe yên ji bo dayîkên êş kişandî dene. Ew bi xwe zarokên xwe di sarayê de mezin dike, li Emerikayê dide xwendin, ji bo ku hevserê wê bibe serok zarokên feqîran feda dikin. Weke ku ev tiştek gelek hêsane qala 'fêkiyên xweş' dike. Bila yan ew jî zarokên xwe bişînin leşkeriyê yan jî ser zarokên xelkê polîtîkayê nekin. Divê demek ji ya dinê zutir dawî li vî şerî bînin. Dema ku ev şer bi vî awayî berdewam bike dê yên winda bikin bibin ew. Her kesê ruyê wan ê rastî dîtin û malbatê zarokên xwe winda kirine bi rehetî bertekên xwe anîn ziman."

(zt)