'Em wekî jin emê hertim li qada bin'

11:25

JINHA

ENQERE - Parlementerên HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Nursel Aydogan zordestî û îşkenceya dibin çavan de ser jinan berdewam dike nirxandin. Parlementerên HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Nursel Aydogan anîn ziman ku ewê weke jin hertim li qadan bin û tekoşîna aşitiyê ya bi pêşentiya jinê pêş bikeve.

Piştî ku biryara şer ya li hemberî gelê kurd li herema kurd lê dijîn hat dayîn pêkutiyên weke salên 90'an tên kirin. Piştî 7'ê Hezîranê pêkutiyên li ser gel zêde dibin û jinên ku tên bin çevkirin jî rastî îşkenceya zayendî û lêgerîna tezî tên. Parlementerên HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Nursel Aydogan him konsepta şer him jî jinên ku tên binçevkirin û rastî îşkenceya tên nirxandin.

'Di dema şer de herî zêde jin mexdur dibin'

Parlementara HDP'ê a Edenê Meral Daniş Beştaş bal kişand li ser piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê pêkutiyên li ser gel û binpêkirina mafên jinan û wiha got; "Hemû pêkutiyên li ser gel pir girîng in lê herî zêde di dema şer de jin zirara herî mezin dibîne. Îşkenceya li hemberî gerîlaya YJA Starê Kevser Erturk kiryara bê mîrovatiyê ye. Hinceta ku wekî di dema şer tê tê kirin nayê qebul kirin û em qebûl nakin. Her wiha Hevşaredara Sur'ê Fatma Şik Barut û Hevşaradara Farqînê Yuksel Bodakçi bê ku agahî bidin malbatê wan birin girtîgeha Sîncanê. Tu agahî jî nedan parêzêrên wan."

'Em endîşe dikin ev pêkutî zêde bibin'

Meral dîyar kir ku li girtîgeha Sîncanê jin rastî îşkenceya lêgerîna tezî hatine lê lêgerîna tezî ne qanuma Tirkiyê de ne jî qanunên nawnetewî de hene û meşruyeta wê jî nîn e. Meral ev tişt gotin; "Ev kirin him nêzikatiya zayendiye him jî zîhniyeta mêrane ye. Bi van kirina dixwazin rumeta jinê ve bileyzîn,henekê xwe dikin û dixwazin deruniya jina xera bikin. Her wiha dîsa li Edenê Fîgen Şahîn rastî şîddeta lêgerîna tezî û zayendî hat. Pîştî îşkecenceyê Fîgen hate girtin niha di ceza girtigêhê de ye."

'Em wekî jina destur nadin van pêkutiya'

Meral anî ziman ku Pêkutiyên li hemberî gelê kurd niha buye sedama nîqaşên salên 90'an û wiha ber devam kir; "AKP'ê pêkutiyên dike salên 90'î derbas dike û îmza xwe diavêje wan kirina. Her wiha polîtîkaya xwe ya şer her diçe bilind dike. Ne tevgera jinên Tirkiyê ne tevgera jinên kurd û ne jî tevgera jinên cîhanê desturê nade van kirina. Li hemberî van kirina yê tekoşîneke xurt bide meşandin. Di demên berê de jî jin rastî van pêkutiya dihatin û jin di bin çevan de kontrola bekaretê,tacîz,tecavûzê dihatin. Em hemû jinan re van tişta dibêjin,ji bo fikrên me,baweriya me,nasname me ya sîyasî ev kirinên li hemberî me tên kirin tu caran qebul nakin. Em bang hemû kesî dikin ku li hemberî van kirina bibin yek dengê xwe bilind bikin."

'Tekoşîna jina pêş dikeve û tu tişt veşartî namînîn'

Parlementara Amedê Nursel Aydogan konsepta şer ya li hemberî gelê kurd nirxand û ev tişt anî ziman; "Nunerê jina,hevşaradar yên ku nezî sedî 90 dengê gel girtine rastî îşkenceyê tên. Ew me baş dizanin. Jinên ku tevgera jinên kurd tên baş naz dikin. Salên 90'î ev kirinên tacîz,tecavuz,îşkence dikirin piranî weşartî diman. Lê ji ber ku tekoşîna jina pêş ket, zihniyeta jina pêş ket edî tu tiştek veşartî namîne. Jina li vî welatî têgîhiştana 'namusê' pir guhert. Ji ber vê yekê jî erîşa zayendî ya li hemberî xwe bi avayekî rihet raya giştî re dibên. Jin dibên ev tişt ne tiştekî şermeyê kesên ku şerm bikin yên ku tacîz,tecavuza zayendî dikin ew in. Ji ber vê yekê jî erîşa îradeya jin dikin."

'Tekoşîna aşitiyê yê bi pêşengtiya jina pêş bikeve'

Nursel destnîşan kir ku her roj kesên sîvîl tên qetil kirin,ji ber şer her roj gerîlla û leşker tên kuştun û wiha domand: "Ji bo vî welatî lezginiya aşitiyê heye. Em dizanin ku tekoşîna aşitiyê bi pêşenktiya jina tê kirin û tê meşandin. Bi pêşenktiya jina û dayîka pêşengtiya aşitiyê pir zehmet e û encam nayê girtin. Hikumeta AKP'ê hêza jina ditirse."

'Qîrina dayika nikarin asteng bikin'

Nursel da zanîn ku di dema şer herî zê de jî jin li qada bûn jin bedela bidin didin ber çevên xwe û wiha dom kir: "Sedema kuştina leşker û polan edî jinên tirkiyê baş dizanin. Dizanin ku zarokên wan ji bo parastina welatê xwa na ji bo parastiya AKP'ê û qesra desthilatdara jiyana xwe ji dest didin. Ji ber vê yekê jî edî ne tenê jinên kurd,dayik û jinên tirkiyê jî ji bo ev şer dawî bibe yê derkevin li kolana. Ev jî AKP'ê pir ditirsîne. Ji ber ku hikumeta AKP'ê kirinê li heremê heza xwe ya çapameniyê bikar tîne û ve dişê re. Lê dîsa jî qîrîna dayikên tirkiyê li metropola nikarin asteng bikin. Bi van erîşa erîşa dixwazin peyama bidin jinên li tirkiyê dijîn. Tu dayîk nabe temaşevana kuştina zarokên xwe. Konsepta şer ya AKP'ê encam nagre jin jî yê li qadan bin."

(pk)