DAİŞ'ê li Palmirayê perestgihek din jî xira kir

11:27

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên DAİŞ'ê li Palmiraya ya antik perestgihek din jî xira kir.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Suriye a li Navenda Londra yê da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê beşek ji Perestgeha Bel a ji dema Împeratoriya Roma yê mayî şewitandine. Berî hefteyekê UNESCO yê şewitandina Perestgeha Balşamin ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve weke sucê şer nirxandibû. Palmira di nava lîsta Rêxistina NY ayê ya Perwerde, Zanîn û Çandê (UNESCO) yê de weke Mîrasê Çanda Cîhan cîh digire.

(zt)