Li Nisêbînê Meclisa Jinan hat avakirin
11:51
JINHA
MÊRDÎN - Şaredariya Nisêbînê ji bo ku jin di rêveberiyên herêmî de bêhtir bibin xwedî gotin Meclîsa Jinan ava kir.
Şaredariya Nisêbînê ya Mêrdînê ji bo ku di rêveberiyên herêmî di jin bêhtir xwedî gotin bin Meclîsa Jinan ava kir. Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya , endamên meclîsa şaredariyê yên jin û xebatkarên jin ên şaredariyê beşdarî civîna ku li Salona Civînê ya Şaredariya Nisêbînê hate lidarxistin bûn. Di civînê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinên li navçeyê dijîn bên çareserkirin nîqaş hatin kirin û ji bo îstihdamkirina jinan jî proje hate destgirtin.
Hevşaredar Sara Kaya diyar kir ku ew ê bi saya meclîsa ku ava dikin xebatên xwe bêhtin şenber bikin û ji bo jin tevli jîngeha kedê bibin dê pêşiya wan vekin. Meclîsa jinan a ji 7 kesan pêk tê dê hem ji bo jinan polîtîkayan biafirîne hem jî bi nasnameya jinan ve xebatên xwe bimeşîne.
(zt)