Parastina taxa Xaçortê

11:51

JINHA

WAN - Nobeta li taxa Xaçort û Şehît Firat ên dibin êrîşan de ku parlementerên HDP'ê jî di navê de berdewam dikir bi dawî bû.

Di demên dawî de çi taxên Xaçort û Şehît Firat ên Wanê êrîşên leşker û polîsan zêde dibin. Ji bo ku windahiyên can çênebin Parlamenterên HDP'ê Remzî Ozgokçe, Lezgîn Botan, Yurdusev Ozsokmenler û Tugba Hezer hatin taxa Xaçortê ku bi rastî êrîşan polîsan tê nobet girtin. Heyeta parlementer, rêveberên DBP yên navend û navçeyan jî di navê de li taxê heya serê sibê nobet girin û bûn mertalên zindî. Dema ku wekîlan li bi gel re nobet digirin polîsan bi ava şid û gaza îsotê mudaxele kirin.

Ji ber gaza zêde ya di tevahiya şevê de dihat avêtin çalakvanên di çalakiya nobetê de neçar man xwe di dikanên esnafan de bi sitar dikirin. Ciwanan bersiva êrîşan dan û heya derengiya şevê şer berdewam kir. Heya polîsan li hemberî hewlên ciwanan ên parastina taxê paşde çun ji nava taxê derketin wekîlan jî dawî li çalakiya xwe ya nobetê anîn.

(ng-mc/zt)