Dayikê leşker û gerîlla li hember şer bedenê xwe kirine mertal

11:53

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED - Dayikên leşker û gerîlla ên ku bedena xwe kirine mertal: "Bila li ser zarokên me leystûkan nelîzin. Wek dayîk li dijî qatilima xwaza û mirina leşker, gerîlla û polîsan dê têkoşîna me bidome."

Çalakiya 'Mertalên Zindî' ya ku li sêgoşeya Lîcê- Hênî û Karazê li hember operasyonên hatî despêkirin bê navber didome. Çalakiya ku bi armanca astengkirina pevçûnên di navbera gerîllayên PKK'ê û hêzên TSK'yê hatî despêkirin, li çiyayê Bagokê û çolterê Hurê a girêdayî navçeya Hênî didome û ji gelek herêmên Tirkiyê çalakî rastî piştgiriyê tê. Çalakiya 'Mertalên Zindî' ên ku bi giranî jin cihê xwe tê de digrin, peyva hevpar a dayikên gerîlla û leşkeran "Em ê zarokên xwe nekin qurbanê şerê Serayê." Yasemîn Kabadayi a 50'î salî, ji bo tevlî çalakiyê mertalên zindî bibe ji Stenbolê hatî û wiha got: "Ji bo ku tu dayîk negrîn em li virin. Ne dayikê gerîlla ne jî dayikên leşkeran dê nebe hevparê vî şerî û em ê bi helwesta xwe nîşanê Sarayê bidin. Em dayikin jinin ev şer ne şerê meye, şerê desthilatdaraye."

'Em naxwazin zarokên xwe bişînin mirinê'

Yasemîn destnîşan kir ku bi salane dayik magduriyetê şer ê giran dijîn û pirsa çima heya duh kesên ku digotin bila 'dayik negrîn' dibin sedemê ku dayik rondik bibarînin kir. Yasemîn got: "Bila pesna asta şehadetê nekin û nebêjin serê welat sagbê" û anî ziman ku zarokên wan ne ji bo welat û ne jî ji bo şehadetê şerdikin dijberî vê yekê ji bo desthilatdariya Serokomar ji jiyanê tên qutkirin. Yasemîn da zanîn ku ew jî Tirke û kurê wê dema wî a leşkeriyê hatiye û wiha domkir: "Êdî em di ferqa her tiştî de ne. Medyayê ku tenê ji bo îqtîdarê dixebite em guhdar nakin. Em hemû nûçeyan dipîvin û çavê me ne kûre ku em rastiyê ji hev cûda nekin. Di bûyerên Gezîde çawan ku hewiza medyayê belgewarê penguenê pêşkêş dike, niha jî gotina 'bila serê welat sagbê' pêşkêş dike. Êdî bese kes nikare me bixapîne. Em bi gumanin û naxwazin zarokên xwe bişînin mirinê."

'Zarokên me bi alê nepêçin û neşînin'

Yasemîn bi lêvkir ku ew bi tirsê sibê televîzyonê vedike û diyar kir ku, dema ew agahiya mirinan digre êşê dayikan di dilê xwede hîsdike û nikare pêşî li rondikên çavê xwe êdî bigre. Yasemîn anî ziman ku ew naxwaze zarokê wê biçe leşkeriyê û destnîşan kir ku gelek kesên diçin leşkeriyê û jiyana xwe ji dest didin bi zorê neçar hêştine ku biçin. Yasemîn bang li tevahî dayikên leşkeran kir û wiha pêde çû: "Çi ji destê me tê em bikin. Em bi hevre li hember vî şerî sîgê xwe vekin. Em zarokên xwe neşînin mirinê. Pêwîstî hebe em derkevin cihê Serokomar, lê divê em pêşî li êşê dilê dayikan bigrin. Bila ev şer rewaste êdî bese em nikarin rakin. Em naxwazin tu dayik bigrî zarokên me bi alê nepêşin û neşînin."

'Ji bo ku zarokê me biçin şer û bimrin me mezin nekir'

Emîne Kalkan a 57 salî ji Stenbolê ji bo tevlî çalakiyên mertalên zindî bibe hatiye. Emîne anî ziman ku ew ji bo pêşî li xwînê tê rijandin bibe asteng hatiye çoltera Hurê û got ji bo pêşî li mirina leşker, gerîlla û polîsan bigre, çi ji destê wê tê ew ê bike. Emîne diyar kir ku Serokomar Tayyip Erdogan divê pêşî li vî şerî bigre û wiha domkir: "Sedemê vî şerî tenê Erdogane. Çawan vî şerî da despêkirin divê pêşî jî bigre. Ji bo ku zarokên me biçin şer û bimirin me mezin nekir. Eger şer wê bidome bila kurê xwe bişîne şer û pesna şahadetê a ku didin jî bila bibînin. Em wek dayik êdî naxwazin zarokê xwe bişînin. Kurek min temenê wî hatiye ku biçe leşkeriyê lê ez dijî çûyîna wî me."

'Destê ku me dirêj kirî bila dayikê leşkera bigrin û werin vir'

Emîne destnîşan kir ku li ser xwîna gel saray hatî înşa kirin û leşker, polîs bune qurbanê îqtîdara sarayê. Emîne her wiha anî ziman ku Serokomar Tayyîp Erdogan êdî nikare girêdanbûna ku di navberê gelê Kurd û Tirk de hatî avakirin ji hev bike û bi lêvkir ku êdî gelê Tirk jî rûyê Serokomar ê rast dîtiye. Emîne wiha got: "Em wek dayikên Tirk û Kurd şer û mirinan êdî naxwazin. Bila dayikên leşkeran destê ku me dirêjî wan kiriye bigrin û werin vir. Em zarokê xwe nekin qurbanê şer. Bila neyên leystûka Serokomar û zarokên xwe neşînin leşkeriyê. Berî hilbijartinê tişt nekirin lê piştî ku HDP'ê bendê derbaskir dest bi xwîn rijandinê kirin. Bila li ser xwînê zarokên me leystûkan nelîzin. Wek dayik li dijî qatilima xwaza û mirina leşker, gerîlla û polîsan dê têkoşîna me bidome."

(rc)