'Guhbidin dengê ku ji girtîgehan bilind dibe'
12:02
JINHA
SÊRT - Serokê TUHAD-DER'a Sêrtê diyar kir ku divê guh bê dayîna talebên girtiyên PKK'î û PAJK'ê yên ku ev 16 roj in di greva birçîbûnê de ne û got: "Ji bo ji girtîgehan tabût dernekevin divê guh bê dayîna dengê wan."
TUHAD-DER'ê ji bo balê bikişîne greva birçîbûnê ya ku girtiyên PKK'î û PAJK'î yên li Girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ev 16 roj in dane destpêkirin li ber Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê daxuyanî da çapemeniyê. Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan, ÎHD, Dayikên Aştiyê, HDP û DBP jî tevli daxuyaniyê bûn. Malbatên ku ji bo hevdîtinê hatin girtîgehê jî piştgirî dan daxuyaniyê. Serokê Şaxa TUHAD-DER'a Sêrtê Hakîm Ekîncî diyar kir ku dixwazin Tirkiye ber bi kaosekî ve bibin.
Hakîm anî ziman ku sedema mirin û polîtîkayên çewisandinê daxwaza îxtidarê ye û tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan aştî û aramiyê nayne vî welatî. Hakîm daxwazên girtiyan vegot û bilêv kir ku raya giştî ya Tirkiyeyê ne xerîbî grevên birçîbûnan e û ev tişt got: "Ji bo ku grevên 2012'an neyê dubarekerin, ji girtîgehan darbest derkevin, deng û daxwazên girtiyan ên mirovî û wijdanê dayedarên hikûmetê bibihîze û guh bide daxwazên wan."
Hakîm destnîşan kir ku heke grev bêdem bidome dê veguhere rojiya mirinê û banga bihistiyariyê li hemê raya giştî û rêxistinên demokratîk.
(zt)