Jinên Dêrîkê ji bo parastina taxên xwe amaden e

12:03

JINHA

DÊRIK - Hêzên Parastina Cewherî (HPC) ya herêma Dêrikê dewreyek perwerdeya leşkerî ji bo 35 jinan bi merasîmekê bi dawî kir.

Hêzên Parastina Cewherî ya herêma Dêrikê dewreyek perweredeya leşkerî derbarê bikaranîna çekan û parastina cewherî de ji bo 35 jinan hatibû destpêkirin bi dawî bû. Dewre bi navê Dewreya Şehîd Ekîn Wan hate organîze kir. Dewreya perwerdeyê 10 rojan dom kir û bi merasîmekê bi dawî bû. Girtina dewrê bi merasimek leşkerî û bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre Rêvebera Hêzên Parastina Cewherî Hediye Ebdullah derbarê girîngiya perwerdeyên leşkerî ji bo jinan axivî û got divê hemû jinên herêmê xwe di aliyê leşkerî de birêxistin bikin. Hediye Ebdullah di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku beşdarî nava Hêzên Parastina Cewherî bibin û herêmên xwe biparêzin.

Merasîm bi diruşmeyan bi dawî bû.

(rc)