Jinên suryanî yekem tabûra xwe ya leşkerî avakirin

12:19

JINHA

TIRBESPIYÊ - Meclîsa Leşkerî ya Suryanî avakirina hêzên parstina jinên suryanî bi navê “Jinên Bêtnehrên” ragîhand.

Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan yekem dewreya leşkerî ya jinên suryanî li Tirbespiyê bi merasîmekê bi dawî kir û yekem tabûra jinan a suryaniyan “Jinên Bêtnehrên” ragîhand. Jinên suryanî li Akademiya gundê Rota ya Tirbespiyê hatin perwerdekirin. Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif, Cîgirê Serokê Parastinê yê Kantona Cizîrê Ebdilehed Gewriyê, Fermandarya YPJ’ê Zinarîn Kobanê û berdevkê Meclîsa Lşkerî ya Suryaniyan Kîno Girayîl her wiha bi hejmarek şervanên YPJ û Sotoro bedarî merasîmê bûn.

Destpêkê merasîma leşkerî ya hêzên jinên Bêtnehrên hate destpêkirin, paşê Cîgirê Serokê Desteya Parstinê Ebdilehed Gewriyê bi zimanê suryanî, her wiha endama fermandariya YPJ’ê Zinarîn Kobanê bi kurdî û berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan bi zimanê erebî axivîn.

Di dawiya merasîmê de jinan soz dan ku dê weke jinên Bêtnerîn parstina hemû beşên civakê bikin.

(rc)