Li ber Şaredariya Erdemitan girtina hevşaredaran hat şermezar kirin
12:31
JINHA
WAN - Têkela KJA yê li ber avahiya Şaredariya Erdemitan girtina Hevşaredar Sevil Rojbin Çetin şermezar kirin.
Girtina Hevşaredara Erdemitan Sevil Rojbin Çetin û xebatkarên şaredariyê bi dayîna daxuyaniyê hat şermezar kirin. Di daxuyaniya li ber avahiya Şaredariya Erdemitan hat dayîn de aktîvîstên KJA, rêveberên navend û navçeyên DBP û HDP'ê, endamên meclisa şaredariyê û xebatkarên şaredariyê jî di navê de gelek welatî amadebûn. Endama Meclisa Şaredariyê Mehtap Dinçer daxuyanî xwend. Mehtap diyarkir ku girktina hevşaredaran û xebatkarên şaredariyê bê mafiyeke li hember şaredariyan tê kirin û der hiquqiye.
Mehtap wiha berdewam kir: "Ji 24'ê tebaxê bi girtina hevşaredara me Sevil Rojbin Çetin re hîna êrîşên ser şaredariya me berdewamin. Bêyî ku ti sedeman nîşan bidin vîna gel a hatî hilbijartin digirin. Emê bi hemû vîna xwe li hember pergala ku hevşaredar û xebatkarên me yên şaredariyê bi bêmafî girktine li ber xwe bidin. Em hemû êrîşên li hember vîna me û gelê me hatî kirin carekdin şermezar dikin. Emê li hember êrîşan doza berdana heşaredar û xebatkarên şaredariyê berdewam bikin. Emê her duşem bi van çalakiyên xwe daxwazên xwe dubare bikin."
(zt)