Ji bo bûyîna mertalên zindî jin ketin rê
12:53
JINHA
AMED - Ji bo ku windahiyên can çênebin li herêma qedexe hatî îlankirin a li sêgoşeya Lîce-Karaz-Hênî yê çalakiya mertalên zindî hatiye despêkirin. Ji bo beşdarbûna çalakiyê rêxistinên jinên Amedê ketin rê.
Çalakiya mertalên zindiya ku li herêma qedexe hatî îlankirin a li sêgoşeya Lîce-Karaz-Hênî yê, operasonan û windahiya can çênebe hatî despêkirin di roja 14'an de berdewam dike. Ji bo alîkariya mertalên zindî rêxistinên jinan li ber avahiya DBP'a Amedê hatin bahev û ketin rê. Têkela KJA, endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê, Parlementerên HDP'ê Feleknas Uca, Çaglar Demirel û Sibel Yigitalp jî beşdarî çalakiyê bûn.
Jinên ku bi wesayîtan ketin rê dê despêkê biçin cihên ku leşkeran agir pêxistine lêkolîn bikin paşê jî biçin gel mertalên zindî çalakiya nobetê berdewam bikin.
(zt)