Cîhan Çiya: Zeyneb Celaliyan pêşenga civakê û jina azad e

13:37

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama koordînasyona Komelgeya Jinên Rojhilatê Kurdistanê Cîhan Çiya derbarê êrîşên dawî yên ser gelê Kurd û êrîşên Îranê yên di kesayeta Zeyneb Celaliyan de tayîbetî ser jinan û tevahî civakê berdewam diki de nirxandin kir û got: "Zeyneb bi felsefeya avakirina civakek demokratîk û jinek azad di nav kar û xebatan de bû û niha jî pêşengiya wê dike. Divê li hember polîtîkayên deshilatdaran gel di serî de li girtiyên xwe bi tayebt Zeyneb Celaliyan xwedî derbikevin.”

Endama Koordînasyona Komelgeya Jinên Rojhilatê Kurdistan (KJAR) Cîhan Çiya diyar kir ku di van demên dawî de çawa êrîşên ser gelê kurd û tayîbetî jî ser jinan zêde bûne û wiha got: “Êrîşên demê dawî bi taybet li tevahiya Rojhilata Navîn êrîşên li ser çand û netewan e. Êrîşa li ser jinane. Bi taybet li Bakûrê Kurdistanê gelê kurd li gel hemû êrîşan hewldanên wan yên ji bo azadî û demokrasiyê hene. Hertim xwestiye bi rêya çareseriyek aştiyane îradeya wê were naskirin.”

‘Îran dixwaze gelan di bin navê ol de li gor berjewendiyên xwe birêve bibe’

Cîhan Çiya destnîşan kir ku ew weke tevgera Rojhilatê Kurdistanê îlankirina rêveberiyê xweser li Bakûrê Kurdistanê silav û piştgirî dikin û wiha berdewam kir: “Li Rojavayê Kurdistanê gelek hêz dixwazin şoreşa wir ji nedîtî ve werin. Li Başûrê Kurdistanê bi taybet bi pêşengiya PDK planên qirêj li hemberî gelê kurd di meriyetê de ye. Hemû hewldanên me ew e ku destê qirêj mudaxileyî Rojhilata Navîn nekin û gel bixwe bikare çarenûsa xwe diyar bike. Îran hertim dixwaze bi siyasetên xwe di bin navê ol de hemû netewên li Îranê li gorî berjewendiyên xwe birêve bibe. Êrîşa li ser Zargelî parçeyek ji vê êrîşa hevbeş e ku dixwaze çavê gel bitirsîne.”

‘Polîtîkayek taybet li ser girtiyên siyasî tê meşandin’

Cîhan yekane rêya li hember van êrîşan têkoşîna gel dibîne û wiha dibêje: “Gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê gihiştiye wê baweriyê ku pêwîste bi têkoşînê azadiyê xwe bidest bixe. Îran li ser girtiyan polîtîkayek taybet dide meşandin. Herî zêde bi rêya malbatan dixwaze girtiyan teslîm werbigire. Girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan yek ji wan girtiyane ji sala 2008’an ve rastî êrîşên bi vî rengî tê. Li gel hemû îşkenceyan tu caran serî netewandiye.”

‘Kesên wek Zeyneb Celaliyan xwestin dîroka biraytiya gelan zindî bikin’

Endama Koordînasyona KJAR’ê Cîhan Çiya behsa berxwedanî û têkoşîna Zeyneb Celaliyan dike û wiha pêde çû: “Zeyneb Celaliyan têkoşîna vê dida ku zext û zilma li ser gelan li Îranê bidawî bibe. Bi taybet siyaseta li ser jinan tê meşandin. Dixwest bi rêya xebatên medenî civakê birêxistin bike, civakê bi rastiya wê bide naskirin. Lê Îranê ew girt û wer lê tê temaşekirin ku qatileke û li dijî gelan tevgeriyaye. Yan jî xwestiye civakê ji rê derbixe. Di rewşekî ku tam berovajî vê rewşê ye. Kesên wek Zeyneb dixwazin dîroka biratiya gelên di Îranê de carek din zindî bikin. Rejîm wer nîşan dide wek ku wan dijberiya dîrokê kiriye. Ew sondxwarên rêbaz û felsefeya Rêber Apo ne. Zeyneb bi felsefeya avakirina civakek demokratîk û jinek azad di nav kar û xebatan de bû û pêşengiya vê dikir.”

‘Em ê xeyalên wan girtiyên hatin darvekirin pêk bînin’

Cîhan herwiha darvekirinên vê dawiyê li Îranê jî şermezar kir û sersaxî ji malbata wan girtiyan re dixwaze. Cîhan Çiya wiha berdewam dike: “Em wek rêhevalên wan rêça wan berdewam bikin. Emê xeyalên wan girtiyên hatin darvekirin di civakê de pêk bibînin. Bila Îran bizane ew ne kesên bi tenê ne. Em şopdarê wan in." Cîhan Çiya hişyarî da dewleta Îranê ku ger naxwaze bikeve nav şerekê bi kurdan re, pêwîste dawî li wan siyastan bîne û wiha dirêjî bi gotinên xwe tîne: “Di ol de zilm li jinê kirin, di zindanê de girtin, îşkencekirin û tecrîd kirin, heqareta ji dîn re ye. Kêm maye çavek Zeyneb Celaliyan biçe, lê tu hewldanek ji bo tedawiya wê nîne. Ger Îran naxwaze carek din bikeve nava şer, pêwîste gavên ji bo demokrasî û aştiyê bavêje. Gava yekem jî ew e ku girtiyên siyasî werin serbestberdan. Bi taybet kesên rewşa wan ya tendurustî nebaşe. Ger gavên pratîk werin avêtin em ê jî hewl bidin hinek gavan bavêjin. Tişta Îran li ser girtiyan dimeşîne kiryarên derveyî mirovahiyê ne. Pêwîste rewşa girtiyan bi taybet di Meclîsa Îranê de bibe rojev û helwestek li hember vê yekê çêbibe.”

Cîhan diyar kir ku ew li dijî mûdaxeleyek li ser Îranê ne û wiha pêdeçû: “Em naxwazin tu mudaxeleyek li ser Îranê çêbibe. Em naxwazên hêzên wek DAIŞ çawa li cihên din êrîşî gelan dikin, li Îranê jî êrîşî gelan bikin. Ger Îran neçe hinek reforman wê êrîşên li ser gelan zêdetir bibe.”

‘Divê jinên Îran û Rojhilat li hember siyaseta hêvî dikuje rawestin’

Cîhan wiha domkir: “Pêwîstiya me hemû netewên li Îranê bi aştî û biratiyê û jiyana bi hev re heye. Kurd pêşengiya vê dikin. Divê hem hewldanên gelan hebe hem jî yên dewletê. Lê ger gavên bi vî rengî neyên avêtin wê kurd çarenûsa xwe li Rojhilat bixwe diyar bikin. Divê kurd û jinên li Rojhilat li hember siyasetên ku îradeyê nas nake û hêviyan dikuje, rawestin. Divê gel di serî de li girtiyên xwe bi tayebt Zeyneb Celaliyan xwedî derbikevin.”

Endama Kordînasyona KJAR’ê Cîhan Çiya banga xwedîderketinê li welatiyên Rojhilatê Kurdistanê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em di dawiyê de bang dikin ku xelkê me bi xwedî li hev derbikevin û gavên ber bi azadiyê ve bavêjin. Ji xeta Mirgever, Tirgever heta Loristanê li hember siyasta Îranê hişyar bin. Ger em demokrasî û azadiyê di Îranê de ava bikin, wê demê em ê bikarin bînin tevahiya Rojhilata Navîn jî.”

(rc)