Gelê Botanê Ali û Halil oxir kirin
15:18
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyên ciwanên bi navê Ali Oduk û Halil Can ên ku duh li Silopî ji aliyê tîmên taybet ve hatîn qetilkirin ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin.
Cenazeyên ciwanên bi navê Ali Oduk û Halil Can ku duh li taxa Kobanê ya navçeya Silopî ya Şirnexê di malekê de ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin ji aliyê hezaran welatiyan ve hatin oxirkirin. Piştî karên otospiyê cenazeyên Ali û Halil ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnex ji aliyê malbat û endamên MEYA-DER'ê ve hatin wergirtin û anîn Silopiyê. Di ketina bajêr de bi sedan welatiyan cenaze pêşwazî kirin û bi kerwanek wesayîtan cenazeyên Ali û Halil anîn Mizgefta Mekkeyê ya li taxa Kobanê. Bi hezaran welatiyan cenaze bi diruşmên, "Şehîd namirin" , "Ey şehîd xwîna te li erdê namine" û "Tolhildan" pêşwazî kirin. Piştî ku li vir wecîbeyên olî yên cenazeyên Ali û Halil pêk hatin ciwanan cenaze hildan ser milên xwe û li gel parlementerên HDP'ê yên Şirnex Aycan İrmez, Faysal Sariyildiz û Ferhat Encu, Parlementera HDP'ê ya Wanê Aysel Tugluk, endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê, nûnerên MEYA-DER, hevşaredarên navend û navçeyên Şirnexê, Hevserok û rêveberên HDP/DBP'ê yên herêmê û gelek nûnerên saziyên civaka sivîl bi hezaran welatî ber bi Goristana Şehîdan a li taxa Kobanê ve meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Ali Oduk û Halil Can hatin hilgirtin. Gelê Silopî hêrsa xwe ya li hember terora dewleta tirk bi diruşmeyan anî ziman. Bi hezaran welatiyan bê navber diruşmeyên, "Şehîd namirin" , "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" , "Bê Serok jiyan nabe" , "Tolhildan tolhildan, tolhildana şehîdan" û " Ey şehîd rêya te rêya me ye" hatin berzkirin. Piştî ku bi hezaran welatî gehiştin ser goristanê ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê deqeyek rêzgirtin pêk anîn.
Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER'a Cizîrê Mele Qasim Yigit di kesayeta Oduk û Can de hemû cangoriyên Kurdistanê bi bîr anîn û sersaxî ji malbat û gelê kurd re xwest. Mele Qasim anî ziman ku bi êrîşên ku pêk tînin dixwazin gelê me bitirsînin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Hûn bi kuştinan nikarin me xelas bikin û vî gelî terbiye bikin. Ev gel her tim li ber xwe daye û dê îro jî li hember vê zihniyeta DAIŞ'ê li ber xwe bide."
'Kesên ku vîna vî gelî nasneke, ev gel jî wan nasnake'
Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî destnîşan kir ku gelê Botanê ev 40 roj e li hember êrîşên hovane yên polîsên tirk bi berxwedana rewa li ber xwe dide û axaftina xwe wiha domand: "Ev 40 roj e gelê me li ber xwe dide. Van ciwanan jî ji bo ku gelê me neyê qetilkirin bi parastina rewa li berxwe dan. Em soz didin şehîdên xwe ku em ala wan bilind bikin û doza wan bişopînin." Ferhat da zanîn ku ew dê weke gel bi parastina cehwerî xwe biparêzin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dê bi parastina cehwerî xwe rêve bibin. Em kesên ji Enqere tên nasnakin. Kesên ku vîna vî gelî nasneke, ev gel jî wan nasnake."
Bavê Ali, Cehver Oduk û bavê Halil, Mehmet Can jî got ku zarokên wan ne tenê şehîdên wan ew şehîdên hemû gelê Kurdistanê ne.
Piştî axaftinan cenazeyên her 2 ciwanan bi diruşmeya"Şehîd namirin" û duayan de hatin definkirin.
Piştî definkirina Ali û Halil welatî bi girseyî çûn mewlûda ku ji bo gerîlayên HPG'ê Musa Ongun (Kamuran Cûdî) û Gabar Tutuk (Botan Cûdî) ên ku di 26'ê tebaxê li Şirnexê jiyana xwe ji dest dayîn. Piştî ku bi hezaran welatî gihiştin konê sersaxiyê yê li taxa Feraşînê li vir mewlûd hate xwendin û xwarina mewlûd hate belavkirin.
(kom/zt)