Hevserok Sara Kaya û Zinnet Algan hatin girtin

08:42

JINHA

MÊRDÎN - Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya û Hevseroka DBP'ê ya Nisêbînê Zinnet Algan bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin.

2 roj berê Hevseroka DBP'ê ya Nisêbînê Zinnet Algan û Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya hatibûn binçavkirin û serbest hatibûn berdan. Li ser daxwaza dozgeriyê Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya û Hevseroka DBP'ê ya Nisêbînê Zinnet Algan dîsa hatin binçavkirin û birin Edliyeya Nisêbînê.

Hevşaredar Sara Kaya û Hevseroka DBP'ê ya Nisêbînê Zinnet Algan piştî îfade dan, bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.

(zt)