Li Geverê polîsan ciwanek qetilkir

08:44

JINHA

COLEMÊRG - Polîsên tîmên taybet ên di demên dawî de li Geverê komkujiyên sivîlan dikin şevê din êrîş li taxên Esentepe û Esenyurtê kirin. Tîmên taybet ên tax raste rast gulebaran pêk anîn ciwanê bi navê Alî Kaval qetil kirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê êrîşên tîmên taybet û leşkeran bi dawî nabin. Tîmên taybet şevê din êrîş li taxên Esenyurt û Esentepe kirin. Tîmên taybet bi bombeyên gazê êrîş taxan kir û pişt re derdor gulebaran kirin. Tîmên taybet li gel vê yekê bi bombeyên destan êrîş li barîkatên gel ên ji bo parastina cewherî danîn kir. Gelek mal rastî gulebaran polîsan hatin û avahiya Xizmetên Gundan a Navçeyê şewitî.

Tîmên taybet ên raste rast tax gulebaran kirin ciwanê bi navê Alî Kaval qetil kirin. Ali di encama gulebarana ji panzerê pêk hatî de bi du guleyên ji piyê xwe û guleya ji serê xwe girt bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Ligel hemû mudaxeleyan Ali jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ali ji bo otopsiyê birin Colemêrgê.

(zt)