Dayîkên ku êşa şer herî zêde di kurahiyê de hîs dikin di çalakiya mertalên zindî denin

09:09

Asya Tekin /JINHA

COLEMERG - Dayîkên Şemiyê û Dayîkên Aştiyê yên ku herî zêde di kur de êş jiyan kirine xizmên xwe winda kirin û bi salan tekoşîna aştiyê dane tevlî çalakiya mertalên zindî ya ku li Zozanên Kepirê yên Geverê hatî despêkirin bûn. Dayîkan diyar kirin ku dê li hemberî şer bedenên xwe bikin mertal.

Çalakiya mertalên zindiya ku li hember operasonan berî 15 rojan li Zozanên Kepir yên navçeya Gevera Colemêrgê hatî despêkirin berdewam dike. Her diçe tevlîbûna çalakiyê zêde dibe Dayîkên Şemiyê û encamên Meclisa Dayîkên Aştiyê jî beşdarî çalakiya nobetê bûn. Ji Dayîkên Aştiyê Emine Atak da zanîn ku ev 32 salin ew dibin tindiya dewletê de dijîn û wan zarokên xwe dibin tindiya dewletê de mezin kirine. Emine destnîşan kir ku ew ji bo zarokên xwe jiyanek azad dixwazin. Emine anî ziman ku ji ber her roj dewlet axa wan bombabaran dike ji bo wê ew bûne mertalên zindî.

'Di vî şerî de zarokên feqîran dimirin'

Emine bilêv kir ku Serokomar Erdogan û qurumayên xwe şerê ser kurdan dane despêkirin û wiha got: "Em dayîk di têgihiştina şerê Erdogan dayî despêkirin de zoriyê dikêşin, ez bawerim dayîkên leşkeran jî wiha difikirin. Ev şer neyê me dayîkane, yê sarayê ye. Bila dayîkên leşeran jî bên alîkariyê bidin me. Divê em desturê nedin mirina leşer, polîs û gerilayan. Em van qirkirinan na pejirînin. Gelo ma ya li Gimgimê bi ser Ekin Wan anîn tişta ku bê qebûlkirine? Di vî şerî de de zarokên beqanan, neyê serokwezîr û serokomar namirin. Di vî şerî de tenê zarokên feqîran dimirin."

'Emê li hember şer bedenê xwe bikin mertal'

Ji Dayîkên Şemiyê Xizeyca Karay jî destnîşan kir ku Erdogan ser gelê kurd şerek dijminane daye meşandin û wiha domand: "Bê xwestin ji bo rawestandina vî şerî emê dayîk bedenên xwe bikin mertal. Bila destê xwe danin ser wijdana xwe ma heya kengê dê ev şer berdewam bike? Ji bo rawestandina vê xwînê em derketine zozanan. Êdî dem dema yekîtiya kurdane. Heya em nebin yek dê dewlet êrîşî me bike û ciwanên me qetilbike."

'Heya aştiyê emê tekoşînê berdewam bikin'

Şaristan Buldan jî anî ziman ku ew weke Dayîkên Şemiyê ji bo çalakiya mertalên zindî hilketine Zozanên Kepirê û wiha berdewam kir: "Dayîkên leşkeran jî yên gerilayan jî şer naxwazin. Dayîkên leşkeran ditirsin dengê xwe derxînin. Gever ji bo kurdan cihê berxwedanê ye. Gelê Geverê ticarî dest ji tekoşîna xwe bernedaye. Em weke mertalên zindî hatine, em şer naxwazin."

Nafiye Turgut jî derbirî ku ji bo rawestandina mirina leşker, polîs û gerilayan ew bûne mertalên zindî û wiha dom kir: "Bi rojan zozanên me bombabaran kirin, daristanên me şewitandin û zarokên me qetilkirin. Bê xwestin emê ji bo rawestandina vî şerî bedena xwe bikin mertal. Heya şer bidawî nebe emê mertalên zindî bin. Ji bo ciwan ne mirin emê bedena xwe bikin mertal."

(zt)