Gerilaya YJA Starê Fatma Gasyak li ser milê jinan hat oxir kirin
09:24
JINHA
ŞIRNEX – Şervana YJA Starê Fatma Gasyak ( Amara Jiyan) li Cizîrê ji aliyê hezaran welatiyan ve hat pêşwazî kirin û li ser milê jinan hat oxir kirin.
Cenazê gerilaya YJA Starê Fatma Gasyak ( Amara Jiyan) a ku di 29’ê Tîrmehê de li gel gerilayê HPG'ê Kadir Acu (Kerim Şirnex) li Herêma Besta ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da bûn li Cizîrê ji aliyê hezaran welatiyan ve hat pêşwazî kirin. Cenazê Fatma di ketina Cizîrê de li Taxa Banê Xanê bi tîliliyên jinan hat pêşwazî kirin. Jinan darbesta Fatma li ser milan hilgirt heya Goristana Şehid Bêrîvan, di meşê de durişmên “ Şehid namirin” û “Biji Serok Apo” hatin berz kirin. Li ber goristanê ji bo Fatma merasim hat li darxistin. Di merasima ku bi rêzgirtinê despê kir Hevserokê MEYA-DER’ê Mele Qasim Yigit axivî.
Mele Qasim diyar kir ku Amara ji bo jiyanek azad berê xwe daye çiya û ev tişt got: "Keçeke ciwan ciwantiya xwe ji bo jiyanek nû feda kir. Emê xewin û xeyalên şehîdê xwe bi cih bînin.” Mele Qasim balkişand ser qetliamê di demên dawî de pêk hatine û ev tişt got: "Heya Rêberê me azad nebe wê hîn gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. Loma jî em bang li gelê Cizîrê dikin bila li Rêberê xwe xwedî derbikevin û roja 1’ê Îlonê tevlî meşa ji bi azadiya Ocalan bibin.”
‘Em soz didin emê xeyalên wan bi cîh bînin’
Hevseroka Meclisa Gel a Demokratik ya Cizîrê Asya Yûksel jî di da zanîn ku di kesayeta Amara de ew hemu jinên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin û ev tişt got: "Em sozê didin heya dilopek xwin di canê me de heye emê li pey doza wê bin û heya em Serokatiya xwe azad nekin em di mala xwe da runanên.”
Bavê Fatma Ali Gasyak jî got ku keça wî ne tenê keça wane û ne tenê şehîda wane ew şehîda hemû Kurdistanê ye.
Piştî axaftinan Fatma sipartin axê.
(ma-zd/zt)