Jinên avakarê jiyanê qursa dirunê vekirin

09:30

Ebîr Ehmed/JINAH

HESEKÊ - Di çerçoveya xebatên înşakirinê de li Rojavayê Kurdistanê jinan ji bo hêzkirina kargehê dirûnê perwerde dan despêkirin.

Li taxa Miftî a bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê di çerçoveya xebatên înşakirina civakê jinan ji bo hêzkirina kargehê dirûnê perwerde dan despêkirin. Rêvebira projeyê Hûde Selah Alledîn derbarê xebatên xwe ên perwerdê de agahî dan û wiha got: "Di demên borî de jî me dewreya perwerdê vekiribûn. Ji bo hêzkirina xebatên bingehîn a civaka demokratîk divê di hemû beşê jiyanê de jin hebe û pêşengiyê bike. Ji bo vê yekê jî derfetên ku ji destê me tên em hewldidin ku bi cih bînin. Ev dewre dê mehek bidome û 16'e jin tevlî perwerdê bûne."

'Jin hêza avaker a civakê ye'

Hûde anî ziman ku ew jinên temenê wan di navbera 18 û 45 salî de digrin perwerdê û wiha got: "Em hêvî dikin ku ev perwerde encamên baş bi xwe re bîne holê. Jin hêza avaker a civakê ye. Bi xebatan re hêza jin dertê holê û berpirsyariya jiyanê hîn zêdetir hildide ser milên xwe."

Fesîla Yûsif jî derbarê perwerdê de wiha got: "Jin ji ber kevneşopyên civakê ji gelek maf û qadên jiyanê hatî durxistin. Perwerdeyên bi vî aweyî xwedî girîngiyek cûda ye. Hêza jinê a afrîner dertê holê û bi xwe bawerbûn pêş dikeve. Divê hemû jin di her qadê jiyanê de bikaribe xwe pêş bixe û rêvebibe. Bi keda jinê jiyan bi wate dibe."

(rc)