Kesê ku êrîşî malbata Figen Şahin kirî hîna îfada wî nehatiye girtin!

10:17

JINHA

MUGLA - Hat zanîn ku hîna îfada kesê êrîşî malbata Figen Şahina ku ji aliyê polîsan ve rastî îskencê hatî kirî nehatiye girtin. Xwişka Figen Nurgul Turgal got: "Tiştên ku em dijîn hemû di çarçova şerê dewletê dayî despêkirin de tê kirin. Çî dibe bila bibe ezê li peyî xwişka xwe bisekinim."

Meclisa Taxê ya Taxa Dagliogluyê di 24'ê Tebaxê de rêveberiya cewherî îlan kiribûn. Piştî îlankirinê polîsan bi guleyên rastî êrîşî gel kirin, ji 10 kesan zêdetir bi darbkirinê girtin binçavan. Ji yên girtin binçavan yek jê Figen Şahina 25 salî ku di otobusên polîsan û Emniyeta Muduriyeta Edeneyê de rastî îskenca zayendî hatiye. Figen hovîtiya ku jiyan kirî ji parêzerên xwe re gotibû. Bi tayîbetî jî polîsan li herêma genital û sîngê Figen xistibûn, pantorê wê anîbûn xarê se berdabûn ser û dîmenê wê girtibû bi ser mediyaya civakî parkirinê tehdît dikirin.

Malbata wê jî bû mexdurê tehdît û bêmafiyê

De derbarê Figen de rojnama herêmiya Edeneyê nûçeyên bi îdiaya 6 salan li çiyan maye û ji bo çalakî kirinê hatiye Edeneyê weşandibûn. Lê xwişka Figen Nurgul Turgal da zanîn ku bi nûçeyên derew xwişka wê hedef girtine. Duh kesê bi navê Huseyîn Oksuz êrîşî malbata Figen ya ku li TOKI yên Muglayê dimîne kiriye. Nurgul Turgal destnîşan kir ku wê bi alîkariya mudur di sîta berê Figen lê mayî de ewraqên wê çêdikirin û wiha domand: "Paşê ji derve ez li gel hevalek xwe diaxivîm. Huseyîn Oksuz ê ku li qata serê dima bi lez hat gel min û got 'Hun xayînê welatin' û qêr kir. Paşê jî got; 'Mafê we yê li vêder jiyan kirinê nîne', 'Di ruyê we de leşker dimirin', 'Ji ber we deng dan HDP'ê wiha bû', 'Xwişka te teroriste.' Min jî bertek nîşan de û nîşan da ku birayê min jî li leşkeriyê ye. Çek da destê xwe got; 'Divê hun bên paqijkirin, çend bên paqijkirin kare' ket hindirê malê."

'Hîna polîsan îfada wî negirtiye'

Nurgul anî ziman ku piştî bûyerê wê zarok girtine û çune malê, paşê gazî polîsan kirine û wiha berdewam kir: "Min giliyê wî kir. Ji ber xeber da HDP'ê jî ew jî li gel min hatin. Lê polîsan bi hincetên çune mala mêrik ne li male nedîtine. Ji wê rojê heya niha ji bo îfada wî bigirin nehatine mala wan."

'Em berê terorîst nebûn ma em nû bûn?'

Nurgul bilêv kir ku ev sê salin li heman sîtê dirune heya niha rastî bûyerek wiha nehatiye û wiha dom kir: "Huseyîn Oksuz berê hatiye şahiya sineta zarokên min. Cîranên dinê jî mirovên qet pirsgirêkên me bi wan re çênebûne. Em berê ne terorîstbûn ma nû em bûn terorîst? Hemû tiştên em dijîn ji ber şerê ji aliyê dewletê û mediyayê ve hatî despêkirine. Ezê li hember hemû êrîşên ser min û malbata min hatîn kirin mafê xwe yê hiquqî bikar bînim. Weke her mirovî mafê me jî yê xwe parastinê heye. Ew bi vî awayî nikarin mudaxeleyî mafê me yê jiyanê bikin. Çî dibe bila bibe ezê li peyî xwişka xwe bisekinim."

(zt)