Çima mala şaredarê berê hedef hat girtin?
10:55
Zehra Dogan/JINHA
ŞIRNEX - Li Silopiya hîna nayê zanîn ka guleyên bi Fatma Ay û keça wê Berfîn Okten ketî ji ku ve hatiye, ew hedef hatin girtin û Fatma Ay li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Malbata ku hedef hatiye girtin berê şaredarê BDP'ê bûye, ev bûyer konsepta şerê salên 1990'an tîne hişê mirovan.
Şeva derbasbûyî li navçeya Silopiya ya Şirnexê saet di 01.30'an de dayîka 9 zarokan Fatma Ay ya 55 salî û keça xwe Berfîn a 14 salî dema ku li ser banê xwe razabûn hatin gulebaran kirin. Guleyek li situyê Fatma ket û li cihê bûyerê jiyana xwe jidest da. Berfîna ku rakirin Beşa Lezgina Fakulteya Tibê ya Nexweşxana Zanîngeha Dîcleyê hîna rewşa wê girane.
Êrîşên ser malbata ji eşîreta Okten rastî kirin di hişê mirovan de pirsan çêdike. Di malbata Okten de ji bav heya kur şaredariya BDP'ê 3 doneman berdewam kir. Di nava Silopiyan de "Mala Emo" ango eşra Okten her wiha malbatek durî BDP'ê bûne. Li gorî agahiyên çavkaniya me dayî hîn zêdetir hedefgirtina wê malê di serê mirovan de pirsan çêdike û dibêje: "Gelo cardin salên 90'an vedigere, cînayet windahî û di nava gel de şer dayîna despêkirin?"
'Zaroka biçuk bû halê wê yê birîndar ve heya ber derê malê kêşane'
Dema ku em çun mal lê bûyer çêbûye li ser ban û ber derî şopên xwînê hene, diyare ku abolans zu nehatiye. Dema ku em ketin hindir rastî bertekên malbatê hatin. Ji ber malbat bi tu awayî ne axivîn em neçar man lêkolînên xwe ji derve berdewam bikin. Ew şopên xwînê yên di deriyê malê de cîranek wan ku nexwest navê xwe bide wiha vegot: "Me dengê çekan nebihîs, diyar bû ku ji dur ve gulebaran kirine. Li aliyekê emniyeta muduruyetê heye û hem jî li ser banan sekvan hene. Duh bi şev em bi dengê keça biçuk Berfînê qêrênên wê yên weke 'Dayê gule bimin ket' şiyar bûn. Ji xwe her der tarbûn, elektirîk birîbûn. Paşê medît keça biçuk heya ber derî kişandin. Li wê dirêjî erdê kirin."
Hema hema hemû cîranan heman îfade dan û diyar kirin ku ew hedef hatine girtin û hatine gulebaran kirin, ji xwe ji şopên guleyan yên ser dîwarên wan jî diyare.
'Ev dozek a xwînê ye'
Em li mala şînê ya ku li Taxa Karşiyakayê ji bo hatî danîn bi şaredarê BDP'ê yê berê Neşet Okten yê ku di taziyê debû re axivîn. Neşet diyar kir ku bûyer ne girêdayî ciwan û polîsane ji ber berê şaredarbûye ev bûyer çêbûye, piştî rapora dozgeriyê weke eşîret a pêwîst dê bikin. Neşet got: "Niha em nikarin kesê sucdar bikin, heya bûyer ronî dibe emê jî biriyarekê bidin. Ev dozek a xwînê ye ma dê ev doz li vêderê bi dawî bibe nabe." Neşet ji bo hemû tiştên hatiyîn jiyîn Enqere dawetî peyîwirê kir.
(zt)