Gûlsûm Kav: Jin dikarin hem şer hem jî şîdetê rawestînin

11:39

Oykû Dîlara Keskîn/ JINHA

STENBOL - Berdevka Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan Gûlsûm Kav destnîşan kir ku jin dikarin hem şer hem jî şîdetê rawestînin, ji ber wê jî divê jin têkoşîna aştiyê bilind bikin.

AKP'ê li gel dijmintiya xwe a li hember gel, hem di warê pratîk de hem jî di warê teoriyê de jî jinê perçe dike. AKP'e ya ku dervî şer tu tiştî nabîne, tu gav ji bo asteng kirina cînayetê jinan navêje û hîna pêşniyarê guhertina qanûnê a ji bo Ozgecan li meclîsê bersivê erênî ne hat dayîn. Piştî gotina berdevkê hikûmeta demî Bulent Arinç ji Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan "Wek jinek bê deng bibe" du jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Sedema ku pêşî li cînayetan vedike jî gotina AKP'ê yên regezperestin. Ji ber zîhniyeta AKP'ê di 7 mehên vê salê de 154 jin ji aliyê mêran ve hatiye qetilkirin.

'Pirsgirêka jinan jî hat taloq kirin'

Berdevka Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan Gûlsûm Kav derbarê cînayet û dijmintiya AKP'ê ya li hember jinê nirxand û diyar kir ku piştî Ozgecan Aslan hat qetilkirin jinan li hember cûdakariyê dengê xwe bilind kirin û gotin "Em ê carek din kêm nebin". Gûlsûm destnîşan kir ku jin ji demên borî zêdetir xwedî li mafê xwe dertê û wiha got: "Ji bo pêşî girtina qetilkirina jinan divê di warê siyasî de jî hin gav bên avêtin. Zîhniyeta mêrê serdest piştgiriyê dewletê dike. Ji xwe bingehê pirsgirêkê evdere. Eger bi vî aweyî li pirsgirêkê bê nêrandin dê encamên çareseriyê jî bi xwe re derîne holê." Gûlsûm da zanîn ku ji bo pêşî li cînayetê jinan bê girtin ew gelek pêşniyar pêşxistine yek ji van pêşniyaran qanûna Ozgecane û wiha domkir: "Ji ber ku hêjmara jin di Meclîsê de zêdene em bi hêvîbûn. Lê piştî hilbijartinê Tirkiyê ket atmosferek cûda. Bi vê yekê re pirsgirêka jinan jî hat taloq kirin."

'Di hawira şer de jin dê berdêlên giran bide'

Gûlsûm destnîşan kir ku piştî AKP'ê konsepta şer xistiye dewrê cînayetê jinan jî zêdebûye û wiha domkir: "Li Şîlê bedenê jinek perçekirî hat dîtin. Kewser Eltûrk di encamê polîtîkayê şer de hat qetilkirin. Tiştê em dijîn niha şere, di hewra ku têde şîdet lê hembe diyar bû ku jin berdêlên giran dide." Gûlsûm got ku piştî gotina berdevkê hikûmeta demî Bûlent Arinç ji Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan "Wek jinek bê deng bibe" qetilkirina jinan zêde bûye û wiha pêde çû: "Ferqa AKP'ê ji DAIŞ'ê tune ye. Tiştê ku dikin bi mislimantiyê re têkiliyê wê nîne. Parlementera AKP'ê a ku ji aliyê hevserê xwe ve hatibû darp kirin, xwestin wan li hev bînin. Parlementerek ku kes nikare dest lêdane AKP'ê û hevserê wê dest dan wê. Nêrîna AKP'ê ji jinan re jî wiha ye."

'Şer demokrasiyê da kêlekê û pêşde çû'

Gûlsûm got: "Polîtîkayê şer pêşî li şîdetê ser jinan vedike. Kesên ku dest avêtin Kewser Elturk ji ber bi zîhniyeta DAIŞ'ê tevgerîne wiha kirin. Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Ayşenûr daxuyanî dide ku jinên misliman 'çawan alîkarî ji bo zarokan were girtin'. Jin dê zarok bîne dinê piştre jî zarok dê biçin mirinê û kes nikare tu tiştî pirsbike. Şer demokrasiyê tune dihesibîne û li gorî berjiwandiya kesek pêşve diçe."

'Em gelê xwe neşînin şer'

Gûlsûm wiha dawî li gotina xwe anî: "Êdî wek kabûsan em rastî encamên girantir tên. Jin rastî pirsgirêkên cûda tê û ev pirsgirêk ji nedîtîve tê. Cînayetê jinan her ku diçe zêde dibe. Li aliyê din şer heye em gelê xwe neşînin şer. Dikarin pêşî li şer û cînayetê jinan jî bigrin. Wek jin divê em têkoşîna aştiyê bilind bikin."

(rc)