Hediya Yûsif: Banga aştiyê li hemû hêzên navnetewî kir
12:00
JINHA
QAMIŞLO - Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk aramî ji hemû pêkhateyên Rojava re bi dest xist û got: “Ji bo li Sûriyê aşîtî pêk wer e, pêwîstî bi avakirina civaka demokratîk heye, şer aloziyan çareser nake. Em bi hêvîne aştî li hemû cîhanê pêk were”
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê 1’ê Gulanê ji ANHA’yê re axivî. Hediye da zanîn ku Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk di çar salên derbasbûyî de aramî ji hemû pêkhateyên li Rojava jiyan dikin, anî û wiha got : “Ev 4 sal in li Rojava di warê siyasî, leşkerî, civakî, çandî û aborî pêşketinên mezin hatine bidestxistin. Piştî ragihanina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li sê kantonên Rojava Efrîn, Kobanê û Cizîrê ewlekarî ji hemû pêkhateyan re hatiye bi destxistin.”
Hediye, destnîşan kir ku aramî û aştiya bi saya berxwedana hêzên YPG/YPJ’ê hatiye bi destxistin û got ku şervanan li dijî çeteyan gelek fedekarî kirine û Rojava parastine.
‘Serkeftina mezin a Rojava jiyana hevbeş e’
Hediye di berdewama axaftina xwe de bal kişnad ser hevkariya di navbera pêkhateyên Rojava ji kurd, ereb û suryanî û ev tişt anî ziman: “Tevlî hemû êrîşên li ser Rojava pêk hatin, lê kurd, ereb û suryaniyên Rojava bi yek destî li dijî êrîşan derketin û wiha dom kir: “Hevgirtina di navbera hemû pêkhateyên de aramî û ewlekariya li sê kantonan pêk anîye. Em bi hêvî ne ku aramî û aşîtî li hemû cîhanê pêk were.”
‘Ji bo aştîiya Sûriyê pêwîste bi civaka demokratîk heye’
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif bi bîr xist ku li Sûriyê û hemû piraniya welatiyên Rojhilata Navîn şerên dijwar pêk tê û destnîşan kir ku pêwîstî her dem fikirandina bi aşîtiyê heye û wiha dom kir: “Li Rojava û bi saya Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk aşîtî li herêmê pêk hat, niha ji bo aloziya Sûriyê jî çareser bibe, pêwîste civaka demokratîk bê avakirin û wiha pêde çû : “ Pêwsîte hemû gelê Sûriyê bi boneya 1’ê îlonê dest xwe bide hev û aşîtiyê pêk bîne, pêwîste hemû pêkhate cihê xwe di hevgiritnê de bigirin.”
‘Şer aşîtiyê nayîne’
Hediye da zanîn ku dem hatiye ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe dest bi din hev û aşîtiya mayîne pêk bîne û got: “Şer tu carî aloziyan çareser nake, aştî hemû aloziyan çareser dike. Niha jî pêwîste gelê Sûriyê bi yek destî li dijî hemû êrîşan derkeve û yekîtî û hevgiritina xwe pêş bixe.”
‘Kiryarên Tirkiyê ji wêraniyê pê ve bi xwe re nîne’
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif, bal kişand ser kiriyarên hovane yên dewleta Tirkiyê ya derheqê gelê Bakurê Kurdistanê û wiha berdewam kir: “Şer tenê dê wêraniyê ji Tirkiyê bîne. Bê guman kiryarên Tirkiyê dê welat ber bi aloziyeke mezin ve bibe, dê kuştin, wêranî û talankirinê bi xwe re bîne. Pêwîste hikûmeta AKP’ê dest ji siyasetên xwe yên li dijî gelê kurd berde. Civaka Tirkiyê bê aşîtî û çareserkirina doza kurd dê nikaribe aram jiyan bike.”
Hediya Yûsif ragîhandina Xwerêveberiyê ya bajarên Bakurê Kurdistanê pîroz kir û da xuyankirin ku gelê kurd dikare parasitna xwe bike. Hevseroka Kantona Cizîrê di axaftina xwe de bang li hemû hêzên navnetewî kir ku riyên şer bigirin û hemû rojên salê bikin roja aşîtiyê û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîste hemû cîhan ji bo aştî û demokrasiya di navbera hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn kar û xebatê bikin.”
(rc)