KJA: Divê hemû jin li hember şer bibin mertalên zindî

12:01

JINHA

AMED - Aktivistên KJA yê beşdarî çalakiya mertalên zindiya ku li sêgotşa Lîce-Hênî-Karazê bûn di daxuyaniya xwe ya bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê dan de gotin: "Divê hemû jin li hember şer bibin merlatên zindî."

Ji bo windahiya can çênebe 15 rojin li hember operasonan li sêgoşa Lîce-Hênî-Karazê çalakiya mertalên zindî berdewam dike. Têkela Kongeya jinên Azad (KJA), rêxistinên jinan û parlementerên HDP'ê Çaglar Demirel, Sibel Yigitalp û Feleknas Uca jî beşdar bûn. Çalakvanên li gundê Hurê bi KJA yê re bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê daxuyaniyek hevpar kirin. Enmdama Meclisa Dayîkên Aştiyê Murvet Demir bi boneya 1'ê Îlonê ji bo aştî bê Kurdistan û Tirkiyê bang hemû gel ji bo aştiyê rabin ser lingan kir.

'Emê jin li hember şer ji aştiyê re pêşengiyê bikin'

Parlementera HDP'ê Çaglar Demirel jî got: "Di rojek giring de ji bo pêşîlêgirtina şer û qêrîna aştiyê em li vêderê ne. Ji bo ku em jin ji şer re bêjin bese û pêşengiya aştiyê bikin li vêderê ne. Em dixwazin bêjin ku emê jin ji bo aştiyê rolê pêşengiyê bilîzin. Emê desturê nedin ku hikumeta AKP'ê ji bo deshilatiya xwe ti ciwanan bişîne mirinê. Ji bo ku windahiya can çênebe em dixwazin gelên li Tirkiyê bên li vêderê."

Piştî daxuyaniyê jin belavî herêmê bûn û nobeta xwe ya mertalên zindî berdewam kirin.

(zt)