Li Sêrtê nobeta aştiyê bidawî bû
12:24
JINHA
SÊRT - Li Sêrtê bi şîara "Ji bo aştiya civakî em di nobetê de ne û bi înat aştî" nobeta hatibû destpêkirin bi dawî bû.
Bi pêşengiya rêxistinên HDP û DBP'ê yên Sêrtê û piştgiriya saziyên sivîl şevê din nobeta li Mala Gel a Mehmet Sîncar nobeta bi şîara "Ji bo aştiya civakî em di nobetê de ne û bi înat aştî" hatibû destpêkirin bi daxuyaniya çapemeniyê dawî li nobetê anîn. Rêveberê HDP'ê yê Sêrtê Kamuran Kalkan di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ji bo aştiya civakî rojekê dest bi nobetê kiribûn û wiha got: "Liser ev xaka ku hemû gel û baweriyên cuda bi aştiyane û azad bi hev re jiyane dikarin pêşiya vê gengeşiyê bigirin."
'Li hemberî komkujiyan têkoşîna hevpar divê'
Kamuran anî ziman ku bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê banga çareseriyê dikin û wiha pê de çû: "Em dibêjin pirsgirêkên me siyasî ne û em dikarin di rêya siyaseta demokratîk çareser bikin. Ji bo rêya aştî û çareseriyê vebe divê qanûn bên derxistin û ji bo daxwazên gel ên demokratîk û rewa gavên ber bi çav bavêjin. Ligel vê yekê divê hemû hêzên demokratîk û aştîxwaz ên Tirkiyeyê dest bidin hev ^y bi têkoşîna hevpar dikarin dawî li vê drama mirovahiyê bîne."
(zt)