Di Atolyeya Tekstîlê de jin fêr dibin

13:22

JINHA

AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo debar û pêşketina takekesî ya kesan, ji bo take bi awayekî xwebawertir beşdarî civakê bibin di 25 branşî de kurs vekirine, Atolyeya Tekstîlê ku bi ÎŞKURê re hatiye vekirin eleqeyeke mezin ji jinan dibîne. Jin du meh in di atolyeyê de perwerde dibin, malê ku bi destê xwe hildibêrin, li herdu firoşgehên Deriyê Mêrdînê yên Şaredariya me bo firotinê hatin raberkirin.

Midûrtiya Şaxa Perwerdeya Pîşeyî a bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li gel ÎŞKURê, li Sumerparkê Atolyeya Tekstîlê vekir. Atolyeya Tekstîlê di 22ê hezîranê de hate vekirin, 50 jin beşdarî atolyeyê bûn û bi riya perwerdekaran fêrî tevn-rîs û hunerên destan bûn. Berhemên jinan di atolyeyê de çêkirin di jûra nîşandanê de hatin pêşandan û li her du firoşgehên Deriyê Mêrdînê yên Şaredariya Bajarê Mezin xistin ber bazarê.

Jinên dixwazin bila serî li Şaredariyê bidin

Atolye dê heta 10ê îlonê berdewam bike û di encamê de dê ezmûna bikêrhatinê bête kirin, rayedarên Midûriya Şaxa Perwerdeya Pîşeyî dê belgeya bikêrhatinê bidin jinên serkeftî, her weha jinên ku dixwazin beşdarî vê atolyeyê bibin dikarin serî li Midûrtiya Şaxa Perwerdeya Pîşeyî ya li Sumerparkê an jî li ÎŞKURê bidin.

'Di 25 branşî de kursên me hene, yek ji van Atolyeya Tekstîlê ye'

Seroka Daîreya Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin Semra Kiratli, diyar kir ku di bin banê Midûrtiya Şaxa Perwerdeya Pîşeyî ya Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî de di 25 branşî de kursan li dar dixin. Semra, da zanîn ku mebesta van kursan da ku palpiştiya debarê bike, huner û behreyên kesan bi pêş bixe, di nav civakê de kesayetên xwebawer bînin pêş û weha got: “Ev kursên me di hin saetên diyar ên rojê de didomin, dawiya hefteyê jî berdewam dikin. Yek ji van kursan jî Atolyeya Tekstîlê ye.”

‘Jin hunerên xwe bi pêş dixin’

Semra aşkere kir ku Atolyeya Tekstîlê wan bi ÎŞKURê re vekiriye, di 22'ê hezîranê de dest pê kiriye, 10'ê îlonê bi dawî tê û weh axivî: “hemû kursiyerên me jin in. Di kursê de jin fêrî durîna bi makîneyê, pîko, darisînên taybet, derxistina qaliban têne kirin. Bi taybetî em dixwazin ew hunerên xwe yên xweser bidin pêş. Lewre jî ji qumaş û livayê çenteyan, ji oya derziyan û mekîkan xirşên otantîk dirêsin, şal û şerpan çêdikin. Em gelek giringiyê didine nexşên wan ên taybet.”

Ji kursê 50 jinan sûd wergirt

Semra bal kişand ku yek sibê yek piştî nîvro du perwerdekar her komê 25 perwerdeyê didine 50 jinan û weha domand: “gava em kursên xwe dikin, em tenê kursên pîşeyî yên di wî warî de nadin. Her weha jinên têne van kursan, em der barê zayendiya civakî de jî hişyar dikin. Van demên dawîn li bajarê me tîryak zêde bûye, em li ser wê mijarê jî wan perwerde dikin. Her weha di maweyê perwerdeyê de ew çi daxwazê ji me bikin, ji bo pêşketina sosyal em bi hev re xebatên perwerdeyê dimeşînin.”

(rc)