Li Meclîsê li ser Dayikên Aştiyê lêgerîna tazî!

13:23

JINHA

ENQERE - Dayikên Aştiyê ên ku bi daxwaziya aştiyê çûn Meclîsê dema ku Deriyê Dîkmenê derbas dikirin rastî lêgerîna tazî hatin.

Ji gelek bajarên Tirkiyê û Kurdistanê dayikên ku bi dirûşmeya "Êdî bese destên xwe li ser zarokên me vekşînin" ber bi Enqere ve rêketibûn gihêştin. Dayikên Aştî, Dayikên Şemî, Dayikên Gezî, Dayîkên Roboskî û dayîkên leşkeran jî di navde, ji bo daxwazên xwe ên aştiyê bighînin Meclîsê gihêştin Deriyê Dîkmenê. Lê belê dayîk rastî helwestên dijî mirovahî hatin û di lêgerîna tazî re derbas bûn. Dema ku dayîk derbasî Meclîsê dibin rastî lêgerîna tazî tên dayîk û parlementerên HDP'ê li dijî vê yekê bertek nîşan didin. Dayîkên ku rastî lêgerîna tazî hatine piştî ketin Meclîsê li vir jî daxuyanî da.

Li aliyê din jî, ji Dayîkên Aştî Rabîa Kiran bi hinceta ku tevlî çalakiya li ber avahiya Serokwezîr bûye destûr ne hat dayîn ku bikeve Meclîsê.

(rc)