Di derbarê polîsên îskenca zayendî li Figen Şahin kirine de serlêdana suc

14:05

JINHA

EDENE - Parêzerên Platforma Jinên Edeneyê bi teleba polsên îskenca zayendî, fîzîkî û derunî li Figen Şahîn kirine de li Serdozgeriya Komarê serlêdana sucê kirin.

Meclisa Taxê ya Taxa Dagliogluyê di 24'ê Tebaxê de rêveberiya cewherî îlan kiribûn. Piştî îlankirinê polîsan bi guleyên rastî êrîşî gel kirin, ji 10 kesan zêdetir bi darbkirinê girtin binçavan. Ji yên girtin binçavan yek jê Figen Şahina 25 salî ku di otobusên polîsan û Emniyeta Muduriyeta Edeneyê de rastî îskenca zayendî hatiye. Figen hovîtiya ku jiyan kirî ji parêzerên xwe re gotibû. Bi tayîbetî jî polîsan li herêma genital û sîngê Figen xistibûn, pantorê wê anîbûn xarê se berdabûn ser û dîmenê wê girtibû bi ser mediyaya civakî parkirinê tehdît dikirin.

'Dewleta tecawîzkar destê xwe ji bedena min bikêşe'

Bi telebên polîsên îskence li Fîgen Şahîn kirine bên darezandin endamên Platforma Jinên Edeneyê li Serdozgeriya Komarê serlêdana suc kirin. Jinên ku li ber Edliyeya Edeneyê hatin berheve berî serlêdana suc daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Parlementera HDP'ê Çilem Kuçukkeleş û Hevşaredara Akdenizê Yuksel Butlu jî amadebûn. Jinan pankarta "Ji îskenca û tecawîza dibin çavan de tê kirin re bese" vekirin, jinan duruşmên weke "Polîsên îskencekar dê hesabê bidin", "Ekin û Figen rometa mene" û "Tecawîz dewlet destê xwe ji bedena min bikêşe" berz kirin.

'Divê berpirsan hema derxînin'

Parêzer Sevil Arici axaftinek kin kir û got: "Şidet û tacîza ser Figen Şahin hatî kirin, li hember tekoşîna jinan a li hember tindî û zilêmê berdewam dike hatiye kirin. Em taleb dikin ku peyîwirdarên emniyetê yên ku sucê îskenceya zayendî, fîzîkî û derunî kirîn zu derkevin holê û bênd darezandin. Em îlan dikin ku emê ticarî li hember van tindî û şideta serî ne tewînin û her dem şopdarên van êrîşan bin."

Piştî daxuyaniyê daxwaznameya xwe ya di derbarê darezandina polîsên îskenceya zayendî, fîzîkî û derunî li Fîgen Şahin kirine dan Serdozgerê Komarê yê Edeneyê.

(zt)