Yekîtiya Star derbarê 1'ê Îlonê de daxuyanî da
14:59
JINHA
QAMIŞLO - Yekîtiya Star bi armanca 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê daxûyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Jin dê destûrê nede hêzên emperyalîst hebûna xwe bidomînin."
Li bajarê Qamişloyê Yekîtiya Star bi armanca Roja Aştiya Cîhanî 1'ê Îlonê li ber avahiya Mala Parastina Jin daxûyanî da. Bi tevlîbûna endamên Rêxistina PYD'ê, Saziya Malbatê Şehîdan, Xebatkarên Mala Parastina Jinê û Weqfa Jin daxûyanî hat xwandin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Henîfe Mihemed ve hatî xwendin de wiha hat gotin: "Armanca pergalê kapîtalîzmê her dem şer di nava civakê de geşkirine. Bi taybet bi salane li ser axa Kurdistanê şer bê navber didome. Ji bo berjiwandî û desthilatdariyê xwe gel her dem di nava xizaniyê de dihêle û axê wan dagir dike."
'Vîna gelê berxwedêr tu caran wê neşkê'
Henîfe wiha domkir: "Îro 1'ê Îlonê ye Roja Aştiyê Cîhaniye. Hemû gel êdî li dijî desthilatdariyê serî hildide û aştiyê daxwaze. Divê desthilatdar vê yekê bizanibin ku berxwedaniya gel ji dîrokê heya roja îro bê navber domkiriye. Nikare vîna berxwedêr ê vî gelê bişkîne. Divê dev ji polîtîkayên xwe ên qirêj berde û daxwazê vî gelê a aştiyê û wek heviyê pêşwazî bike. Civak xwerêvebirin îlan dike û dixwaze di bin sîwana xweseriya demokratîk de bijî. Li Rojhilata Navîn jin bi berxwedana xwe tu caran destûr nedaye hêzên emperyalîst xwe bidin jiyan kirin ev yek jî di kesayetê Zeynep Celaliyan, Ferînaz Xwesrewanî de xwe nîşan da. Berxwedaniya têkoşerên jin li hember zîhniyeta desthilatdariya mêr e. Bi wesîleya Roja Aştiya Cîhanî em cardin soza xwe ê berxwedanê nû dikin û serkeftin ji bo hemû gel dixwazin."
Daxuyanî bi duruşmên "Em ê aştiyê bînin" bi dawî bû.
(rc)