Li Geverê daxwaza zarokan ya herî mezin aşitiye…
09:14
Medya Cebe/JINHA
COLEMERG - Konsepta şer ya ji aliyê Serokomar Recep Tayyip Erdogan û damezranên wî ve li hemberî gelê kurd hatiye destpêkirin herî zêde bandorê li zarokan dike. Zarokên li Geverê dijîn anîn ziman ku ji ber êrîş û qetlîaman ew şev ranazên, şer dikeve xewna wan û daxwaza wan ya herî mezin aşitiye.
Nêzî hefteyek berê li Navçeya Geverê ya Colêmergê polîsên hêzên taybet erîşî gel kirin di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û ji 10 kesan zêdetir jî birindar bûn. Ji 7 heta 70 salî hemû gel bu şahîdên wan buyeran ji ber van êrîşan derket holê ku deruniya zarokan xirab buye. Gelê li navçê dijî dan zanîn ku zarok şev ranazên û yên ku radizên jî di xewnê de şer dibinîn û careke din radibin. Zarokên bune şahîdê êrîşên polîsên hêzên taybet anîn ziman ku ew cîhank bê şer de dixwazin bijîn.
'Pêşî înfaz kirin piştre bi panzerê serde derbas bûn.
Zarokê 12'ê salî yê bi navê M.A buye şahîdê qetlîama ji aliyê polîsên taybet ve pêk hatiye buyerên dîtine vegot. M.A haj ji travmaya dijî û tiştên dîtine wiha got "Ez wê rojê li taxê bûm û carekî de tax bû qada şer. Herder ji aliyê polîsan bi çek û panzêran ve tişî bû. Polîs her der gule baran dikir û dixwast gel bikuje. Polîsan jineke bi destê wê de çek nîn bû înfaz kirin. Piştre bi panzêran ve ser laşê wê derbas bûn. Dema ku ew kuştin ez pir tirsiyam edî dema ez derdikevem derve diltepînî dibim. Êvarê ji ber dengê gula û bombeya ez nikarim razêm."
'Polîsê ku malbata min îşkence kiriye ez ji wan nefret dikim'
Zarokê 9'ê salî yê bi navê E.E yê ku şerê li kolana tê meşandin û penrcera malê de temaşe dike temaşe kirî wiha anî ziman: "Polîsên ku cînarê me kuştin û îşkence li malbata min kiriye ez ji wan nefret dikim. Em hertim ji ber wan digrîn û pêdişewitim. Ji ber wan dema em derdikevin li kolana hertim miqat dikin. Dema em di mal de radizên hertim dengê wan tên. Hertim di nava me dene û em pêdişewitin. Çima me rihet ber nadin. Em edî jiyaneke azad bê cîhanê ke bê şer dixwazin. Em êdî naxwazin pêbişewitin."
'Ji ber dengê çekan nikarim razêm'
Herî dawî zaroka pênç salî H.E jî destnîşan kir ku ji ber dengê evara tê nikare razê û direve cem dayîka xwe. H.E wiha got "êvara pir dengê çeka tê,ez pir ditirsim û nikarim razêm. Bila ji bo zarokan cîhaneke baş hîştin û edî şer jî rawestin.
(pk)