Akademisyen: Dê jin dawî li navendên şer û pefçunan bînin

09:14

JINHA

STENBOL- Bangên jinan ên ji bo dawî li herêmên şer û pefçunan anînê berdewam dikin. Akademisyen Nukhet Sirman diyar kir ku di demên dawiyê de gelek tiştên erjeng tên jiyîn û got: "Jinên ku heya aştî neyê na rawestin dê dawî li vê navenda şer û pefçunan bînin."

Konsepta şerê ji aliyê hikumeta AKP'ê ve hatî despêkirin her roj qirkirinek din girtin û binçavkirin zêde dibin. Her roja ku diçe bilançoya şer girantir debe di serî de li navçeyên weke Silopî, Cizîr, Lîce, Farqîn, Gever û Gimgimê li gelek deverên Kurdistanê kirinên salên 1990'an carekdinê dikevin meriyetê. Girêdayî vê rewşa heyî ji bo dawî anîna şer û pefçunan akademisyenan banga aştiyê kirin.

'Di demên dawiyê de li welat tiştên erjeng tên jiyîn'

Akademisyen Nukhet Sirman destnîşan kir ku bi salane jin ji bo aştiyê tekoşînê dikin û wiha domand: "Jinên ku heya aştiyê neyînin nasekinin dê dawiyê li qadên şer û pefçunan bînin. Ji bo qirkirinên niha bi awayê hovane tên kirin bi dawî bibin jin têkoşînê didin. Yên ku niha napejirînin dê sibê ji bo wan asayî bê. Jin êdî van kirinan na pejirînin û her diçe daxwazên wan ên ji bo aştiyê zêde dibin. Dê rojek bê yên ji bo şer dixebitin tine bibin."

'Dema ku çek diaxivin gotin diçin'

Akademisyen Aksu Bora jî anî ziman ku divê xwîna tê rijandin bê rawestandin û birînên diêşin bên pêçan û wiha berdewam kir: "Hesabê şerê tê kirin ne em û ne jî nifşê pêşerojê dikare bide. Tenê bi mirinan dikarin tevlî pêvajoyê bibin. Dema ku çek diaxivin gotin diçin."

(zt)