Welatiyên Ertuşê 20 salin di malên bê topu de nin

09:15

Nîşmîye Guler-Medya Cebe/JINHA

WAN - Welatiyên ku ji ber zordariya devletê koçber bûne û hatine li wanê ji xwe re mal çêkirine ji sala 1995'an û vir ve di malên bê tapî de jiyana xwe derbas dikin. Welatiyan anî ziman ku ji ber malên wan bê tapîne ew ditirsin rayedar wana ji malên wan derxin. Welatiyan xwest ku malên wan li ser wan bên tapî kirin.

Li taxa Yalimerez ya girêdayî bajarê Wanê malbatên ku ji Colomergê hatine û salên 1995'an û vir de li wir dijîn di malên bê tapî de dijîn. Malbatên ku ji gundê Ertuş ê Navçeya Çelê ya Colomergê ji ber zordestiya devletê hatine Wanê, zehmetiyên ku dijîn vegotin. Meryem Duman anî ziman ku di salên 90'an de rastî zilma devletê hatine. Meryem wiha got "Em ji ber zilma leşkeran revîn hatin Wanê bi cîh bûn. Me ji xwe re mal çêkirin ew mal jî bê tapî ne. Ji bo ku me ji malan dernexin ji terefê Walitiyê ve belgeya 'Welatiyên ku ji terorê zirar dîtine' dane me. Lê me ji gerîlla na ji leşkeran pir kişand."

'Ji ber zardariya leşkeran em bi mecburî koşber bûn'

Meryem diyar kir ku li gundê Ertuş a Colomergê jiyaneke wan a dewlemend û kefxweş hebû. Meryem ev tişt gotin "Ji salên 90'an ji ber zordariya dewletê ya bi zorê dikirin Cerdevan bi carekê re em xizan bûn. Ji ber ku me koç kir gelek tiştên me li gund man. Wê demê li gundê me hertişt hebû. Me li ser axa xwe bi xwe karê hilbirandinê dikir, me bi xwe xilas dikir û em tu mihtacê kesî nîn bûn. Me ji terefê PKK'ê tu tiştek ne kişandiye lê ji aliyê leşkeran ve gelek tişt kişandiye. Wê demê birayê hevserê min ji aliyê leşkeran ve hate gule barandin û di encama vê yekê de jî astengdar ma. Ax û zeviyên me leşkera agir berda talan dikir. Dema ku leşkeran bi gerîllayan re şer dikir bi zanebûn gundê me jî gule baran dikirin. Dema ku şer nîn bû jî dihatin gundê me û em tehdît dikirin. Li gund yên ku hatine qetil kirin hene lê li ser de gelek dem jî derbas bû kiryarên wan nehatin dîtin. Me ji leşkeran gelek tişt kişand ji ber vê yekê jî em gelek xizan bûn.

'Avahiyê me înşaat bûn em bi cîh bûn'

Meryem wiha berdewam kir: "Piştî ku em bûn koçber me demeke dirêj ji bo xwe cîh nedît. Ewil em çûn Navçeya Artêmaten a Wanê me cîh nedît, em di parkan û kampusan de man, di dema koçberiyê de hertim me xizantî kişand. Hevserê me kar nedîtin em diçûn nav zeviyan da xebat dida meşandin me pere xezenç dikir. Me debara xwe bi vî şîklî dikir û em hatin vê astê. Piştre em hatin vê taxê û me mal çêkirin. Hîn dema înşatê de em hatin ketin mala. Hetanî me xwe bi cîh kir gelek zehmetî kişand. Piştî salên dirêj me malên xwe xilas kirin û em bi cîh bûn. Niha malên me yên xweşik û paqij hene.

'Me koç kir lê hîna dewlet me rehet nahêle'

Meryem bilêv kir ku ew hatin di konutên wan bi xwe çêkirî de bicîh bûn jî cardin dewletê belaya xwe ji wan venekirin û dixwazin wan ji malên wan ên bi hezar zoriyan avakirî derxînin. Meryem anî ziman ku ew li hember tindiya dewletê li ber xwe didin û got: "Ji ber ku me li ber xwe da û em derneketin ewraqek da me. Di ewraqan de konutên ku me bi destê xwe çêkirî kirîn û firorina wan qedexeye. Li gel wê jî di ewraqan de 'konutla ji bo welatiyên ji terorê ziyan dîtine hatine avakirin' heye. Hîna weke 'rêxistina terorê' nîşandana PKK'ê nebese vêcarê jî di wan ewraqan de weke ku em ji ber wan reviyane nivîsîne. Em ne ji PKK'ê ji dewleta ku ser me cerdevanî ferz dikir û em îskence dikirin neçarî revê bûn."

'Em tapoya malên xwe dixwazin'

Welatiyên li Taxa Yalimerez a Wanê dijîn her sal di tirsa konutên ku wan bi keda destê xwe çêkirine ji ber ser navê wan ne topokiriye dê dewlet ji wan bigirin de dijîn dibêjin: "Me gelek ked daye vêderê. Di gundê me de her tişt hebû, lê ji ber zoriya dewletê em neçarman gund biterikînin bi heyîn û neyînê re bimînin. Me gelek ked daye van malan, lê niha dewlet hewildide ji destê me derxîne. Ev malên mene. Bila dewlet topoyên me bidin me."

(pk)