'Em ê zarokên xwe nekin qurbana polîtîkayên şer'
09:17
Mizgîn Tabu /JINHA
WAN - Dayîkên Wanê diyar kirin ku, ew ê zarokên xwe neşînin şer û gotin: "Ji bo ku zarokên me di şer de bên kuştin me ne anî dinê. Heya ku ev şer bidome em ê zarokê xwe neşînin leşkeriyê."
Dayîkên Wanê li hember polîtîkayê şer a ku ji aliyê hikûmeta demî AKP'ê ve tê rêvebirin anîn ziman ku ew ê zarokên xwe neşînin leşkeriyê û bang li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir û gotin: "An tê vî şerî rawestînî an jî em ê zarokên xwe neşînin şer. Êdî bese, bila dilê me neşewite." Ji dayîkan Necîme Kardaş wiha got: "Bila Erdogan kurê xwe bişîne leşkeriyê, bila zarokên dewlemendan biçin leşkeriyê. Em êdî dixwazin aştî bê vî welatî. Em ê zarokên xwe neşînin leşkeriyê. Divê tu dayîk zarokê xwe neşîne leşkeriyê."
'Zarokên xwe neşînin leşkeriyê'
Nedia Kardaş jî diyar kir ku ew ê jî kurê xwe neşîne leşkeriyê û wiha bertekê xwe li hember Serokomar Erdogan nîşan da: "Kengî Erdogan zarokê xwe şand leşkeriyê, wê demê em ê jî zarokê xwe bişînin. Em ji xwe ne mecbûrin ku bişînin. Erdogan her dem zarokê me digre leşkeriyê. Bira tîne pêşbirê hev û didê kuştin. Tenê dilê me yê dayîkan dişewite. Heyan ku şer hebe ezê zarokê xwe neşînim leşkeriyê. Ez bang li dayîkên din jî dikim: Zarokên xwe neşînin leşkeriyê." Nedia anî ziman ku her roj malê wan tên bombe kirin û wiha domkir: "Bi çi rûyê dixwaze ku em zarokê xwe bişînin leşkeriyê. Me dike hinceta bi dawîbûna pêvajoya çareseriyê. Bila tu dayîk zarokên xwe radestî şer neke. Êdî divê mafê me bê dayîn. Em dervî wê tu tiştî naxwazin."
'Êdî bila dayîk negrîn'
Cemîle Sarihan jî bi lêvkir ku her roj zarokên wan tên kuştin û ji ber vê yekê ew ê zarokê xwe neşîne leşkeriyê. Cemîle wiha got: "Herdû alî jî birayê hevin. Çima hev bikûjin. Bila dayîkên Tirk û Kurd zarokê xwe neşînin leşkeriyê. Bila Erdogan êdî nebe sedema mirina zarokan. Ji bo ku zarokên me di şer de bên kuştin me ne anî dinê. Bila êdî dilê dayîkan neşewite. Erdogan çima vê zilmê li dayîkan dike. Leşker jî gerîlla jî zarokên me ne. Bila bes dilê me bişewitîne."
Îsmet Alçelîk bang li tevahî dayîkan kir ku dexwazê xwe ên aştî bînin ziman û wiha got: "Bila êdî dayîkên leşker û gerîlla negirîn. Erdogan dijminê Kurdan e. Ji ber vê yekê ji bo mirina Kurdan tiştê ji dest tê dike. Her kes Erdogan nasdike û dizane ka wê çi bike."
(rc)