Ji jinên li Lîcê giyanê xwe kirine mertal bang heye

09:46

Berîtan Canozer - Şehrîban Aslan / JINHA

AMED - Li Lîcê jinên ku ji bo operasyonên leşkerî çalakiya mertalên zindî dayîn destpêkirin berdevam dike û jinan banga aşitiyê kirin. Jinan anî ziman ku "Rabin em bi hevdira mirina bidin sekinandin. Ji bo aşitiyê bila dengê yek kesî na bila dengê deh hezaran derkeve."

Çalakiya mertalên zindî ya ku ev 16 rojin li hemberî operasyonên leşkerî li sêgoşa Lîce-Hênî-Karazê destpêkiriye ber devam dike. Ji bo çalakiyê li Tirkiyê û Kûrdistanê gelek deveran gel tê û beşdarî çalakiya mertalên zindî dibe,herî zêde jî jinên ciwan û dayîk tevlî çalakiyê dibin. Dayîkan destnîşan kir ku ji bo zarokên wan nemrin beşdarî çalakiyê bûne û dîsa ji bo leşker û polîs jî nemrin ew bûne mertalên zindî.

'Werin em aşitiyê bi hevdira ava bikin'

Çalakvan Emîne Altan diyarkir ku ev ax ya wan e û ev tişt gotin "Ez dipirsim Serokkomar kê li axa kê berî kê dide. Rêxistina teror ya herî mezin AKP'ê ye. Erdogan ev şer da destpêkirin û zarokên me dide kuştin,dibe sedema kuştina polîs û leşkeran jî. Ez li vir bangî hemû dayîk û jina dikim,werin em bi hevdira ji bo zarokên xwe bibin mertal û aşitiyê bi hevdira ava bikin. Di dema şer de herî zêde dilê jina dişewite. Ji ber ve yekê jî bila jin bibin mîmarê aşitiyê.bila bira bira nekûjin. Bila bira nebe qatîlê bira.

'Şer hemû gelan dide winda kirin'

Emîne da zanîn ku li Silopî gel tê gule barandin û mirovên sîvîl tên kuştin, gelê kurd tu caran li hemberî zilma li ser gelê tirk bê deng nemaye,pertek nîşanî bêdengiya lê gelê tirk li hemberî qetlîama li ser gelê kurd bê deng dimîne. En encama vî şerî de tenê gelê kurd winda nake. Wekî jinên tirk û dayikên tirk vî şerî temaşe bikin her roj cenazeyên zarokên me bênê malên me. Em naxwazin dayikên kurd,dayikên tirk,dayikên ermenî bigrîn û tabûtên zarokên xwe hembêz bikin. Erdogan û hevsera wî Emîne li hemberî wan qetlîama vîzdana wan nîn e. Ji xwe agir nakeve mala wan û di nava mala wan kefxweşî heye. Çi dibe zarokên xizana dibe. Ji ber ve yekê jî divê hemû gel hişyar bin û ji bo aşitiyê dest bidin destê hev.

'Divê hemû dayîk rabin ser piya'

Hanim Atli jî diyar kir ku polîsan li ser malên wan girtin û çek kişandin zarokên biçûk û wiha got "devlet edî ne biçûk ne jî mezin amadeye ku hemû kesî bikuje. Gelo polîtîkayên AKP'ê yên şer çiqasî ber devam bike. Zarokên me yê çiqasî bibin qurbana vî şerî? Edî gelo çend zarokên me bibe qurbana qesrê ? çima nebû Serokwezir welatê me xiste nava agir,axa me xiste gola xwînê. Niha ezê çawa rabim dengê xwe bidim yekî wisa? Yê kîjan rûyî ve denga j ime bixwaze. Dengê minê ne bidim wî heye ne jî bidem qesra wî heye. Tenê ne dayikên kurd bila hemû dayîk rabin ser piya. Pewîstiya vî welatî ya şer na ya aşitiyê heye. Welatiyên vî welatî ji tera xwe şer dîtin. Gelo yê hetanî kêngê vî şerî temaşe bikin.

'Şer zû tê lê aşitî zu nayê'

Hanim anî ziman ku zarokên kurd ji ber zilma devleta tirk derdikevin li ser çiya û wiha axaftina xwe ber devam kir "Zarokên me bi kexweşiya xwe naçin ser çîya. Gelo zarokên me pir dixwazin dûrî malbata xwe û malên xwe dur bisekinin,ev devlet ji zarokên me wan tişta dixwazin. Zarokên me dijberî vê pergalê ne ji ber vê yekê diçin. Zimanê wan û nasnama wan tê qedeqekirin diçin. Ji ber ku mafê wan bê hincet tê qetilkirin diçin. Divê edî gelê tirk jî vê yekê fem bike. Em wekî dayikên kurd ji bo leşker û gerîlla nemrin dibin mertalên zindî. Şer zû tê lê aşitî zu nayê. Aşitî kedê û hewildanê dixwaze. Mirov di cîhê xwe de nikare aşitiyê bixwaze. Bangawaziya min ji bo dayîkaye: werin rabin em bi hevdira mirina bidin sekinandin. Ji bo aşitiyê ne dengek bila bi deh hezaran deng derkeve.

(pk)