Kaze Ozlu: Dema ku min rewşa Figen bihîst a bi serê min hatî hat bîra min
09:46
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE - Kaze Ozlu dema ku tiştên Figeh Şahin li Edeneyê jiyan kirî bihîst tiştên bi serê wê hatî hatin bîra wê dema ku di sala 1996'an de polîsan mala wê vegerandî qereqolê û îskenca cayendî lê kirî. Kaze diyar kir ku di navbera wan rojan û sala 2015'an de ti ferq nîne û got: "Em jinên ku me ruyê dewletê yê qirêj nîşan daye yîn. Ez şerm nakim bila ew şerm bikin. Dê dîrok hesabê kirinên wan bipirse."
Piştî ku li navçeya Gimgima Mûşê îskence li cenazê gerilaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekin Wan) kirin û bedena wê tazî kirin li Edenê Figen Şahîn girtin binçavan di dema binçavan de li sîng û herêma genital xistin pantoronê wê anîn xwar se berdanê, dîmen girtin û di medyaya civakî de bi weşandina wan dîmenan ew tehdîd dikirin. Weke salên 90'an êdî hişmendiya deshilat ser bedena jinan şer didin meşandin. Li Kurdistanê her dem hişmendiya deshilata ser bedena jinan şer dide meşandin xwe daye jiyan kirin. Di wan salan de dibin çavan de jinan îskencên giran, şideta zayendî, tacîz, tecawîz dîtin û êşên giran jiyan kirin. Bi berxwedanê jinan tekoşîna xwe heya van rojan anîn.
Çîlorka Kaze Ozlu
Ji wan jinan yek jê Kaze Ozlu ya ku li Edeneyê dijiye. Çîroka Kaze Ozlu ya niha 75 saliye gelek hat nivîsandin û xêzkirin. Doza wê bi salan berdewam kir. Ji bo serlêdana xwe ya AHÎM'ê paşde bikêşe tindî dît. Di sala 1996'an de şevekê polîsan ser mala Kaze de girtin wê demê ew 55 salî bû ewqas tiştên xirab bi serê wê anîn dema ku mirov dibihîse fikirina "ma ew însanin" tê hişê mirovan. Kaze da zanîn ku hişmendiya wê demê îskenca zayendî li wê kirî niha li Ekin Wan û Figen Şahîn dikin. Werin em çîroka jiyana Kaze di JINHA yê de bixwînin. Ji ber sepandinên dewletê yên cerdevaniyê dayîka 4 zarokan Kaze di sala 1990'an de ji navçeya Elkeya Şirnexê koçî Taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhana Edenê dike. Li Edenê jî Kaze neçar dimîne bi hemû tindiyên dewletê re tekoşînê dike. Di sala 1995'an de bi beşdariya keça wê ya nava refên PKK'ê cardin tindiya dewletê ser wê zêde dibe. Tindî berdewam dike her roj ser mala wê de digirin.
'Li gel hemû tindiyan jî me cerdevanî ne pejirand'
Kaze destnîşan kir ku dema hevserê wê jiyana xwe jidest dayî hîna zarokên wê biçukbûn, ji ber li gund pergala cerdevaniyê ne pejirand her roj rastî tindiyê dihatin. Kaze anî ziman ku li gel hemû tindiyan jî wan cerdevanî ne pejirandin û wiha domand: "Min jî zarokên xwe girt û koçî Edeneyê kir. Bi koçberiyê re min di nava cîhanek me qet ne dizanî de bi zoriyan re tekoşîn kir. Di sala 1995'an de keça min Turkan beşdarî nava refên PKK'ê bû, bi tevlîbûna wê re rojên zor despêkirin. Her roja diçu tindiya dewletê hîn zêdetir dibû. Keça min li hember jiyana bêromet serî hilda. Ji ber dewlet diferqêdebû keça min li hember zilma wan serî hildaye ji bo wê zêdetir ser me de dihatin."
'Ez bûm mexdurê tecawîza copê 20 polîsan'
Kaze bilêv kir ku wê îskenca dewletê ya herî giran jiyan kiriye û wiha berdewam kir: "Şevekê 20 polîs bi zorê ketin hindirê mala me û li min xistin. Min nedizanî çîbûye, qabloyek a ceriyanê xistin situyê min weke kuçikekê bikişin wiha ez kişandim. Bi carekê re êşên gelek giran ji herêma mina genital û mîda min bilind dibûn. Min nezanî ev êşa heya serê min berdewam dike û bedena min hemû dorpêçkirî çiye? Dema ku min çavên xwe vekir li ser serê min bi dehan polîsên çavsor hebûn. Sedema êşa canê min ew copên di destê polîsan debûn. Wê kêliyê ez fikirîm ma ewqas însan barbar dibe. Ji ber xwîna zêde ez ser xwe çuyîbûm. Dema ku ez bi ser xwe ve hatim ew êşa ji ruviyên min, mîde û hêrêmên minên tayîbet diçun êdî bedena min nedikarî xwe li ber bigire, ew hêza mina wê êşê rakirinê nema. Cîranan ez rakirim nexwşxanê, ji xwe hêviyên wanê ezê vegerim jiyanê nebû, ew difikirîn ezê bimirim. Ez girtim beşa lezgîn. Di nexweşanê de zarokên min ji hişê min dernediketin. Ez difikirîm ezê ji bo zarokên xwe çî bêjim, ji bo wê ez ji qehran dimirim. Ya herî ez diêşandim jî di nava 5 salan de bi sedan mal guhertina min bû."
'Zarokên min bê mal li kolanan diman'
Kaze ya ku hîna êşên wê nûne derbirî ku hîna ser wê şikayetên suxta tên kirin, doz li wê tên vekirin û ew 3 salan di girtîgehê de maye. Kaze ya ku ji ber îskenca dîtî di girtîgehê de nexweş bûyî diyar kir ku êdî çuna nexweşxanê û dîtina bijîşkan jî ew acizdikir wê bi xwe li gel hemû êş û zoriyan tedawiya xwe dikir. Kaze da zanîn ku ji ber zarokên wê ji derve bê mal li kolanan diman ewê gelek zorî kişandiye. Kaze destnîşan kir ku piştî 3 salan dema ku ew ji girtîgehê derketiye zarokên wê jiyana xwe ya zoriyên kolanan ji bo wê vedigotin.
'Ez ji xwe şerm nakim bila ew şerm bikin'
Kaze anî ziman ku piştî ewqas êş wê bi zorê malek peyîdakiriye ew û zarokên xwe têde diman, cardin polîsan bi ser mala wan de girt, ew û kurê wê yê mezin girtin binçavan ew îskence kirin û kurê wê bi saxî di nava goristanekê de veşartin. Kaze bilêv kir ku piştî ew ji îskencê felc kirin birin avêtin eraziyekê û wiha dom kir: "Dema min serê xwe rakir mêrek ber min dihat, ez ewqas tirsiyabûm min qêr dikir û digot newe, wî jî got netirse em li te digerin, paşê ez girtim û birim mala min. Kurê min jî piştî dibîne polîs çun bi xwe ji nava gorê derdikeve. Ji wê demê ve deruniya du zarokên min xirabûye. Bi dehan caran ev çêbû, her carê girtin û îskenceyên herî giran, lê cardin jî min dest ji tekoşîna xwe berneda û ez bêdeng nebûm."
'Cudahî dinavbera wê rojê û îro de nîne'
Kaze diyar kir ku ferq dinavbera salên 1990'an û 2015'an de nîne, dema ku îskenca li Fîgen Şahîn hatî kirin bihîstiye demboriya wê rojên îskencên giran li wê hatî kirin hatiye bîra wê û got: "Em jinên ku me ruyê dewletê yê qirêj nîşan daye yîn. Ez şerm nakim bila ew şerm bikin. Dê dîrok hesabê kirinên wan bipirse."
(zt)