Cenazê 3 zarokên di Çemê Dîcle de windabûn hatin dîtin

09:53

JINHA

ŞIRNEX - Li Çemê Dîcleyê ji 4 zarokên ku ketin avê winda bûn cenazeyê 3 zarokan hate dîtin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 4 zarokên ku ji bo hênik bibin ketin avê ji wan cenazeyê 3 zarokan hatin dîtin. Zarokek jî di avê de winda bû. 4 zarokên ku duh êvarê li herêma Yenî Kopru ketin avê xeniqîn. Welatiyên ku rewş ferq kirin li zarokan geriyan. Di encama lêgerînên welatiyan de cenazeyên Îsa Acar (8), Mahmut Acar (9) û Haşîm Acar (8) hatin cenazeyê zarokê ku navê wî nehat hînbûn, nedah dîtin.

Ji bo zarokê din jî bê dîtin li çem lêgerîn didomin.

(ma/zt)