Sîta DÎHA yê 5 caran hat asteng kirin
10:06
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Malpera DÎHA yê ji 24'ê tîrmehê vir ve 5 carin ji hêla TÎB'ê ve tê girtin.
Piştî ku AKP'ê şerê qirêj da destpêkirin malpera DÎHA'yê ev 5 carin ji hêla Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyonê (TÎB) ve tê girtin. Bi bombebarankirina Herêmên Parastinê yê Medyayê re malpera www.diclehaber.com hate girtin. Piştî vê girtinê bi dorê malperên www.diclehaber.com.tr, www.dihanews.com û www.dihanews.net hatin girtin. Niha jî malpera www.diclenews.org ji hêla TÎB'ê ve hat girtin.
Ligel hemû astengiyan DÎHA bi şîara "Ji rastiya tu demê tawîz nayê dayîn" dest bi weşana xwe kiribû, weşana xwe didomîne.
(zt)