'Divê guh bê dayîna daxwazên girtiyên di gireva birçîbûnê de'

10:46

Nişmiye Ggler/JINHA

WAN - Parêzer Sevda Aydin diyar kir ku gireva birçîbûnê ya ku girtiyên PKK û PAJK'ê ji 15'ê Tebaxê heya niha dayîn despêkirin divê di rojeva her kesê de bimîne, ji bo neyê vegerandina rojiya mirinê divê bi girtiyan re hevdîtin bê kirin.

Li gelek girtîgehên li bajarên cuda yên Kurdistan û Tirkiyê nêzî 5 hezar girtiyên PKK û PAJK'ê bi daxwazên: "Bila dawî li tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike bi dawî bibe, bila cenazên gerilayên YPG/YPJ'ê teslîmî malbatên wan bên kirin, operasonên siyasî û leşkerî ser gelê kurd berdewam dikin bên rawestandin, girtiyên nexweş bên berdan û cardin dest bi pêvajoya muzakereyan bê kirin."

Ji Komeleya Hiquqnasên Mezopotamyayê Parêzer Sevda Aydin da zanîn ku divê demek ji ya dinê zutir dest bi diyalogan bê kirin û wiha domand: "Gireva birçîbûnê dorveger û bêdawiye. Divê despêkê ser daxwazên wan bên lêhorbîn. Ji bo ku girev venegere rojiya mirinê divê bi girtiyan re hevdîtin bên kirin. Bitayîbetî jî divê Wezîrê Dadê divê mijarê de gav bavêje."

'Dibê di aliyê maf û azadiyê de nêzî çareseriyê bibin'

Sevda destnîşan kir ku berî niha 144 girtî ji ber ketina gireva birçîbûnê jiyana xwe jidest dane, divê di aliyê maf û azadiyê de nêzî çareseriyê bibin. Sevda anî ziman ku divê di serî de di derbarê gireva birçîbûnê de rojev bên pêşxistin, di derbarê sazîbûnên sibî de diyalog bên lidarxistin û dibê Wezîrê Dadê jî ji diyalogan re vekirî be.

'Pêdivî nayên dabînkirin'

Sevda bilêv kir ku li girtîgehan ji çareseriyê zêdetir didin zorê û wiha berdewam kir: "Dîdarên tên hevdîtina girtiyan rastî lêgera tazî tên. Pêdiviyên ku girtîgeh dibê dabîn bikin jî dabîn nakin. Rojname, kovar û pirtûkan nadin hindir. Di saetên dereng de dengê zêde derdixin ji bo deruniya girtiyan ne rihet bikin. Ji piratîkên berê jî me dît ev kirinane pirsgirêkan çareser nakin."

'Gireva birçîbûnê ne întihar şêweyê protestoyê ye'

Sevda anî ziman ku divê demek ji ya dinê zutir dest ji van sepandinên xwe berdin û wiha dom kir: "Gireva birçîbûnê ne çalakiyek a întiharê ye. Ew şêweyek ê protestoyê ye. Ger bi mirinê jî bi dawî bibe, armanc ne mirine." Sevda bilêv kir ku divê rewşa girtîgehan bê dîtin bê lêkolînkirin û encama wê bibe rapor, Wezîrê Dadê jî ji bo bicîhanîna daxwazên wan gavan bavêje.

(zt)