Yên ku dilê wan hebe bila tenê şevekê di nava pêvçûnan de bimîne....

12:05

Zehra Dogan /JINHA

ŞIRNEX - Bi welatiyên Silopî a ku di bin dorpêça sekvanan de maye me modela rêvebiriya cewherî nîqaş kir. Zarok dibêjin: "Dewlet ji me hez nake, em dixwazin azad bijîn" jin jî piştgirî didin gotina zarokan û wiha dibêjin: "Êdî her roj qetilkirina ciwanan me teng dike. Bi armancê ku em pêşî li qetiliamên mezin bigrin xwe diparêzin." Jinan bang li kesên ku ji dûr ve li Silopiyê temaşe dikin kirin û gotin: "Li şûna ku hûn bêyî me fêmbikin biryaran bidin, eger dilê we hebe tenê rojek şahîdê van êrîşan bibin."

Navçeya Silopî a Şirnexê di mehek de du car qatlîam jiyan kir. Li Taxa Zapê di 7'ê Tebaxê de welatiyên ku li hember êrîşê polîsan xwe diparastin, rastî êrîşên dijwar hatin û di encamê de 3 kes hatin qetilkirin û gelek mal hatin şewitandin. Di şeva 29'ê Tebaxê de jî 3'ê ciwan hatin qetilkirin. Di şeva 30'ê Tebaxê de jî Fatma Ay a 55 salî û keça wê Berfîn a 14'e salî li ser banê malê bûn hedef û di encamê de Fatma jiyana xwe ji dest da û Berfîn jî bi giranî birîndar bû. Li navçê hîna rageşî didome. Li ser erdîngeriya Kurdistanê her roj agahiyê qetilkirina zarokan bê navber tê. Ji bo ku em bûyerê ji nêzve bişopînin û fambikin em çûn herêmên ku rêvebirê xwe a cewherî îlankirî û guhdar kir. Yek ji taxên herî zêde pêvçûn lê heyî taxê Başak (Zap),Yenîşehîr, Barbaros, Karşiyaka, Cûdî û Nuh a Silopi ye.

Axên ku Bêrîvana 15'e salî pêşengiya wê kiriye

Serê her kolanek wesayîtên zirxî hatine bi cih kirin û li ser banê avahiyan jî çekên lûle dirêj û sekvan hatine bi cih kirin. Li navçê bayê OHAL'ê hatî avakirin û mirov ji ber dorpêçê nikare nefesê bistîne. Rêveberiya cewherî ji bo welatiyên ku xwe rêvebirin îlan kirine tê çi wateyê vê carê em ji devê wan guhdar bikin. Piştî her qetlîamek ku pêk tê li ser pirsa 'ew zarok çi karî wî li wir heye?' bersiva herî di cih de li navçeya Silopî a ku ji nîvê wê zêdetir ji zarokan pêk tê û dema ku pêvçûn pêk tê weke morîkan belavî kolanan dibin û ji kameraya mera nîşana serkeftinê dikin 'Serhildana Cizîrê' a ku bi pêşengiya Bêrîvana 15'e salî pêk hatibû hat bîra me. Bêrîvan gotibû 'Ji bo vê axê 13 û 14 salî jî mezine'.

'Ji bo ku em nayên kuştin em xwe diparêzin'

Em ketin kolanan ku biçin taxa Cûdiyê, lê di rêde em rastî nivîsên ser dîwaran ên wek "Ez nizanim rêxistin dizane", "Ciwanên Apocî" û "tîma tolhildana çiya reşkê" hebûn. Bi ketina taxê bi sedan zarok ji yek devî Marşa Rojava xwendin ji me ra. Piştî ku me xendek derbas kirin, zarokên ku bê tirs dar xistine destên xwe ên biçûk û parastina taxê dikin balê mirovan dikêşe. Em ji pêşenga zarokan a 11 salî S.yê pirsdikin, 'çi tişt dihêle ku ewqas hêrsa we bilind bike?'. Wiha bersiv dide: "Navê min Savaşe (Şer) ez di nava şer de hatime dinê lê ji şer nefret dikim. Her roj hinek tên qetilkirin ji bo ku em neyên kuştin em xwe diparêzin."

Zarokên ku di nava şer de hatine dinê....

Dengê S.yê ji ber dengê guleyên ku sekvan ser hev davêjin nayê bihîstandin. Jinek 23'ê salî ku di hemêza wêde jî zaroka wê a 6 mehî ber me ve tê. Jina ciwan got ku navê wê Saniye Donmuşe û 4 zarokên wê hene. Saniye got: "Ma zarokê di hemêzê min de jî terorîste, terorîst çiye? Eger bûyîna Kurde em hemû terorîstin. Bila dewlet destê xwe ji ser zarokê min bikşîne. Mafê kê heye, zarok ji tirsan heya sibê ranazên. Bi despêkirina şer re zarokê di derguşê de jî dema ku digrî em bi hêrs dibin. Her gav em benda mirina xwe dibin." Taybet Olçun jî devî zarokê xwe ê ku nû hatî dinê ber me ve hat û got: "Ez 19 salî me di nava şer de hatim dinê, û niha jî zarokê min a 3'ê mehî di nava şer de hat dinê. Bese êdî vî şerî rawestînin."

'Ji ser avahiyê gule berdidin zarokan'

Zarokê bi navê S.D'yê 5 salî bi fîstanê dayîkê xwe girtiye û wiha behsa tirsa xwe yê pêvçûnê dike, "Ez ditirsim, her dem leystûka me di nîvî de dimîne. Binêre ew mêrê ku li ber avahiyê rawestiya yî gule berdide me. Dema ku em dengê guleyan dibîsin em direvin malê dema ku deng radiweste em cardin dertên derve." Zarokê 16'e salî a bi navê B.Ş, jî wiha got: "Eger kes me naxwazin, wê demê bila dev ji me jî berdin emê bi serê xwe bijîn. Ji derve dipeyivin xweşe. Lê bila werin û bibînin ka em çi dijîn. Eger ew dilê we hebe ne ne zêde tenê şevek li taxê heya sibê bimînin û wê demê kî mafdare biryar bidin. Me çi ji dewletê kiriye? Tiştek li holê tune ye, ji bo ku bûyer derê êrîş dike û her derî bin guhê hev didin. Ê ku em dikin xwe parastine. Sedema kolandina xendekan jî pêşî li komkûjiya girtine."

'Min biryar da ez ê malbatê biparêzim'

Di pêvajoyên dawî de buyerên ku li Silopiyê tê jîn zarokê 8 salî a bi navê S.Y nirxandinek girîng dike. S. anî ziman ku ew ê îsal biçe refa 3 a dibistanê û wiha got: "Min dibistan gelek hezdikir, lê piştî van bûyeran min jî biryar3e xwe da. Her çiqas min meşkale ya dibistanê nû sitandibe jî ez naçim dibistanê. Ji xwe çewan ez ji taxê derêm ezê bêm kuştin. Ez ê li taxê bimînim û malbatê biparêzim." Li ser pirsa tê çawan malbatê biparêzî? jî wiha bersiv da "Ez ê li ber deriyê malê tejî kevir bikim."

'Ev dewlet her dem me şaş fêmkir'

D.Ş'ê 15 salî diyar kir ku rêveberiya cewherî şaş tê fêmkirin û wiha got: "Ez wek zarokek, rêveberekî ku min û hevalê min qetilbike nasnakim. Ma qey ev welat bê pirsgirêke, bi arame û me nexwestiye? Hîna berî çend rojan zarokek keç ya di temenê min de tevlî dayîkê wê qetilkirin. Li ser vê erdîngeriyê wê qet derûniya zarokan da ber çav? Ji zimanekî ku em fêmnakin perwerde dibînin ev yek jî weke işkenceye. Her şev dengê guleyan girtin îşkence ye, bi panzêran deriyê malan dişkînin îşkence ye, cenazeyên hevalên xwe ên ku mejiyê wan hatine perçekirin rakirin îşkence ye... Ji ber ku hikûmet nihare daxwazê me bi cih bîne û biparêze, em ê bi xwe rêvebibin û ji bo jiyanek nû avabikin têbikoşin. Ez bawer nakim ku ev jî sûc be."

'PKK'ê mafe'

Ayşe Tokay a 60 salî jî wiha dibêje: "Her dem dibêjin PKK'ê, hîna fêmnekirine ku PKK'ê gel e." Ayşe diyar kir ku ji bo ew nebin hedefê guleyê sekvanan ew perde li serê kolanan vedikin û wiha bang li hikûmetê kir: "Ez ji hikûmetê gilîdarim, polîsên ku her roj me bi tekbîrê dikûjin û bi zorê me dikşînin nava pêvçûnê gilîdarim. Hîna dibêjin PKK'ê. Bila werin û min bigrin, êdî gel hatiye asta raperînê. Her roj ciwan, zarok tên qetilkirin, rondikê çavê me zûha bûn. Van ciwanan ji jiyanê hezdikin zarokên biçûk tên kuştin. Dayîk û bavê wan êşê dikêşin." Ayşe herî zêde ji Kurdên ku li dora AKP'ê kombûne bi hêrs bûye û wiha got: "Hûn çima ewqas bê wîjdan bûne? Hûn ji kengî ve ewqas kerbûne? Li ba qatîlê zarokên me çi karê we heye? Ez bang li jinan dikim, destûrê nedin ku hevsrên we biçe nava AKP'ê û xwe wek namzet nîşan bide. Pêwîst be jê hev cûda bin lê destûr nedin."

'Ji zarokan re em dibêjin tiştên tên jîn leystûkin'

Li Taxa Yenîşehîrê şeva 29'ê Tebaxê li kêleka pêvçûnan me bi Sarya re hevpeyvîn çêkir. Sarya diyar kir ku zarok ji dengê pêvçûnan ranazên û wiha got: "Em neçar man di nava şer de bi zarokan re leystûk bileyzin. Me dengê pêvçûnê veguherand dengê tiştek komêdî. Dengê guleyan weke dengê fîşekên hewayî me nîşanî zarokan da û me got mirov bi van nemirin. Lê dengê qîrîna wê şevê hîna di guhê min de ye, gelek bi tirs bû."

Piştî roportajê li ser tewsiye Bêrîvan a ku dibêjin "Eger ew dilê we hebe, hûnê şevek li vir bimînin û tiştên tê jîn binirxînin" li taxê Cûdî malbatek ku zarokek wan bi çûk heye em man û me şeva xwe li wir borand.

(rc)