Tabûra jinan a hêzên cewherî taxê xwe diparêzin

12:38

JINHA

HELEB - Jinên Tabûra Şehîd Gulê Selmo ya Hêzên Parastina Cewherî erka xwe ya parastina taxa Şêxmeqsûd pêk tînin û li kêleka hêzên YPG/YPJ’ê û Asayîşê disekinin.

Jinên Taxa Şêxmeqsûd a Helebê di 29’ê hizêrana derbasbûyî de tabûra xwe ya hêzên parastina cewherî bi navê “Şehîd Gulê Selmo” ava kirin. Di tabûrê de 60 jinên ereb, kurd û turkman cihê xwe digrin. Tabûr kar û xebatên xwe bi awayekî koordînekirî bi hêzên YPJ û hêzên Asayîşê re didin meşandin. Tabûra Şehîd Gulê Selo pêşî li şîdeta ser jinan digre.

Endamên tabûrê çend roj berê dest bi kar û xebatên xwe yên parastinê kirin û li kêleka hêzên YPJ û hêzên Asayîşê parastina taxê dikin. Jinên ku cihê xwe di tabûrê de di saetên êvarê de derdikevin dewriyan. Jinên ku di nava xwe de hevbeşiya kar kirine û bi aweyek du koman xwe bi rêxistin kirine xebatên xwe ên ewlehiyê bê navber didomînin.

Endama tabûrê jina Kurd Fehîma Ehmed diyar kir ku jinên taxa Şêxmeqsûs bi armanca parastina xwe bikin tevlî tabûrê bûne û got tabûra wan hêza xwe ji beşdarbûna hemû pêkhateyan girtiye. Endama Tabûrê ya ji pêkhateyên Ereb Semîra Osman destnîşan kirin ku pêwîste jin parastina xwe bikin û bang li hemû jinan kirin ku di xebatên parastinê de cihê xwe bigirin. Semîra, da zanîn ku di tabûrên wan de jinên ji hemû pêkhateyan parastina xwe dikin. Endama tabûrê Bêrîtan Serhed jî destnîşan kir ku bawriya jinan bi sîstema xweparstinê tê û bang li hemû jinan kir ku pêwîste di xebatên parastina xwe de gavan bavêjin û bê teredud tevbigerin.

(rc)