Li Cizirê ji bo gerilayên HPG û YJA Starê meş û mewlîd
13:44
JINHA
ŞIRNEX- Gelê Cizîrê Ji bo gerilaya YJA Starê Fatma Gasyak (Amara Jiyan) û gerilayê HPG'ê Hamit Yavuç (Xwînrêj Botan) meşiyan.
Li navçeya Cizîra Şirnexêk ji bo şervanên gerilaya YJA Starê Fatma Gasyak (Amara Jiyan) û gerilayê HPG'ê Hamit Yavuç (Xwînrêj Botan) meş hat li darxistin û mewlud hat dayîn. Hevserokên DBP'ê û hevserokên Meclisa Gel ya Cizîrê û bi sedan welatî tevlî meşa ku bi pêşengtiya MEYA-DER'ê hat li darxistin bûn. Di meşê de posterê Fatma Gasyak, Hamît Yavuş û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat vekirin. Di meşa ku li ber avahiya DBP’ê despê kir û heya Mala Gel a Cudî dewam kir de bê navber durişmên “Ey şehîd rêya te rêya me ye”, “ Şehîd namirin” û “ Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hatin berz kirin. Li Mala Gel ya Cudî ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê deqeyek rêz hat girtin.
‘Dewlet bi taybet êrişî ciwanan dike’
Piştî rêzgirtinê Reveberê MEYA-DER’ê Şerafetîn Elçi axivî û diyar kir ku kurdan di hilbijartinên 7’ê Heziranê de xwe bi cîhanê dane qebûl kirin, loma dewleta Tirk xwe li hember vê yekê negirtiye û şer daye despê kirin û wiha axivî: "Lê belê kurd jî xweyî şeref û hêze, loma biryara xwe bi xwe rêve bive girtiye. Îro li hemu derî ciwanê me bedana xwe kirine sîper û li hember hovan şer dikin divê em jî li ciwanê xwe xwedî derbikevin.”
Piştî Şeraffetin Hevserokê Meclisa Gel ya Cizîrê Mehmet Tunç jî diyar kir ku ciwan neyînika civakêne, loma dewlet bi taybet jî li ser ciwanan êriş dide meşandin û wiha dewam kir: "Dema mirov berê xwe dide dîrokê meriv dibîne ku Hz. Musa ji bo ku civakek nû û azad bi afrinen 40 sala gelê xwe di deşta Sinanê de digerine îro Rêber Apo jî ji bo ku ciwanenk bi hêz bi afrîne tekoşin dide.”
Malbatên Amara û Xwînrêj jî axivîn û diyar kirin ku zarokê wan ne şehîdên wan tenê ne şehîdê hemû Kurdistanê ne.
Piştî axaftinan mewlûd hat xwendin û xwarin hat belav kirin.
(ma-zd/zt)