Meşê ciwanên Efrînê a 'Ji Ocalan re Azadî' bi dawî bû

14:27

JINHA

EFRÎN - Meşên ciwanên navçeyên Efrînê ku ber bi bajêr ve meşiyan bi çalakiyên renge reng bi dawî bûn.

Di çarçoveya Hemleya Yekîtiya Ciwanên Rojava ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qonaxa duwemîn bi dawî bû. Ciwanên navçeyên Efrînê 4 meşên cuda heya navenda bajar meşiyan û li bajar gihiştin hev. Ciwanên her navçeyekê bi meşek dirêj ber bi bajarê Efrînê ve ketin rê. Her çar meş li stada werzîşê ya bajarê Efrînê kom bûn. Li vir sînevîzyonek derbarê kurtejiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên hunerî hatin pêşkêş kirin. Stada werzîşê bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi wêneyên têkoşeran, al û sembolên kurdî hatibû xemilandin. Di çalakiyê de nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekîtiya Star, Seroka Desteya Ciwan û Werzîşê Gulê Cimo, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Hêvîn Reşîd, Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz Mûşîra Menla Reşîd û bi hezaran ciwan û welatiyên herêmê amade bûn.

Di destpêka çalakiyê de li ser navê Yekîtiya Ciwanên Rojava Nûrheq Erdal, li ser navê Rêxistina Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Henan Mamed, li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz Mûşîra Menala Reşîd, li ser navê TEV-DEM’ê Mustefa Hesen, li ser navê Yekîtiya Star Wehîde Bekir û li ser navê Saziya Zimanê Kurdî Sozdar Mihemed axivîn. Di axaftinan de Roja Aştiya Cîhanê li tevahî gelên azadî û demokrasîxwaz hate pîrozkirin û bang li hemû rêxistinên mafên mirovan kirin ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têbikoşin.

Di axaftinan de hate gotin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşîna xwe ve banga pêkanîna aştiyê û hevgirtina di navbera gelên herêmê de dike û wiha hate gotin: “Tevî ku 16 sal zêdetir di zîndanê de ye, têkoşîna xwe ji bo azadiyê ranewestand. Li hemberî vê yekê hikûmeta Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşniyar kiribû, bin pê kir û li şûna aştiyê dest bi şerê li dijî gelê Kurd kir.” Di axaftinan de her wiha hate destnîşankirin ku bi saya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku li Rojava hatiye îlankirin û berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê gelê Kurd destkeftiyên dîrokî bi dest xwe ve anîn û diyar kirin ku ev rêveberiya li Rojava hatiye meşandin çareseriya herî guncav ji bo tevahî Rojhilata Navîn e.

Piştre koma şano ya girêdayî Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Efrînê şanoyek derbarê hevkariya dewleta Tirk û Partî Demokratîk Kurdistan (PDK) û çeteyên DAIŞ’ê de pêşkêş kir. Di şanoyê de derbarê herêma tampon, têkbirina pêvajoya aştiyê û serhildana ciwanên Bakurê Kurdistanê li dijî hovîtiya hikûmeta Tirkiyeyê hate nîşandan. Piştre axaftinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derbarê azadiyê de hatin pêşandan. Her wiha koma Rojava a stranan gurzek ji stranên xwe yên şoreşgerî pêşkêş kirin.

Di dawiya çalakiyê de ciwanan durişmeyên ku banga azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikin, qîriyan û berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê li tevahî Rojavayê Kudistanê silav kirin.

(rc)