Jinên Çinarê ji bo ji 'şer re bêjin bese' di gireva birçîbûnê denin!
15:15
AMED - Ji bo ji şer re bêjin na û balkişandina ser gireva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'ê ya ku di roja 19'an de be dewam dike jinên Çinarê di gireva birçîbûnê denin.
Bi pêşengiya têkela KJA yê li navçeya Çinara Amedê ji bo rawestandina şer û balkişandina ser girevabirçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'ê jinan dest bi çalakiya "Nobeta Aştiyê" kirin. Çalakiya ku dê roja înê bi daxuyaniya çapemeniyê bidawî bibe de dê jin di gireva birçîbûnê debin. Çalakiya ku hatî despêkirin dibiniya Navenda Jinan Jinwar ya ku dibiniya Şaredariya Çinarê de xebatên xwe birêve dibi de hat bihîstin. Di çalakiyê de pankartên bi zimanê kurdî û tirkî yên weke "Grevên birçîbûnê qîrîna azadî ye" û "Em şer naxwazim, aşîtiyê dixwazim" hatin hilawistin. Jin di çalakiya xwe ya gireva birçîbûnê de daxwazên xwe bi dovîzên weke "Gireva birçîbûnê di roja 19'an dene gelo xeberê we heye?", "Diya min ji bo ku tu min bikujê ez nanîme dinê", "Ji bo aştî û azadiyê em di girevê denin", "Ne şer em muzakereyan dixwazin" û "Ne mirinê em çareseriyê dixwazin" anîn ziman
'Ya tine dibe mirovahiye'
Hevşaredara Çinarê Rukiye Eeryilmaz, Hevseroka DBP'a Çinarê Hayat Akyol û endamên Meclisa Jinan a Şaredariya Çinarê jî beşdarî çalakiyê bûn. Enmdama Meclisa Şaredariya Çinarê Akife Çiftçi daxuyanî xwend û diyar kirku şer ol, nijad û ziman nasnake û wiha domand: "Em gelek caran vê bi bedelên canê xwe didin. weke bertek em li hember kirinên dermirovane yên şikandina vînê li herêmê tên kirin ketine gireva birçîbûn."
'Daxwazên girtiyên siyasî daxwazên mene'
Akife anî ziman ku daxwazên girtiyan di heman demê de daxwazên wanin û wiha berdewam kir: "Ji bo dengê girtiyan dayîna bihîstin em jinên Çinarê li gel aktîvîstên KJA yê dest bi çalakiyek wiha dikin. Em ne zarok kêşana şer aştiyê dixwazin. Em jin hemû li hember deshilatiya mêran a deshilatdar di nava tekoşînê denin.
Piştî daxuyaniyê jinan dest bi gireva birçîbûnê kirin. Dê roja înê jin bi daxuyaniyek a çapemeniyê çalakiya xwe bidawî bikin.
(zt)