DÎHA cara 7'an hat girtin

08:59

JINHA

AMED - TÎB'ê careke 6'emîn sîteya înternetê ya DÎHA'yê girt û serê sibê navnîşana DÎHA'yê ya www.diclenews.info jî girt û bi vê yekê sîteya ajansê ya 7'emîn jî hat girtin.

Hikûmeta AKP'ê bi şerê xistî dewreyê êrîşên li ser çapemeniya azad jî didomîne. Bi fermana Midûriyeta Giştî ya Karên Ewlehiyê ya Serokwezîriyê sîteyên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ên "www.diclehaber.com, www.diclehaber.com.tr, www.dihanews.com, www.dihanews.net, www.diclenews.org, www.diclehaber.info" ji ailyê Serokatiya Ragihanidana Telekomunîkasyonê (TİB) ve hatin girtin û serê sibê jî navnîşaneya ajansê ya bi navê www.diclenews.info jî girt.

Astengkirin vegeriyan qedexeya fîlî

Bi girtina navnîşana dawî DÎHA heya niha 7 caran hat girtin. Astengiyên bi ferman Serokweziriyê bi destê TÎB'ê ve vegeriya qedexeya fîlî. DÎHA ligel hemû qedex û sansuran xebatên xwe û weşana xwe dê bidomîne.

(zt)