Jin di 5'ê îlonê de li hemberî şer dengê xwe bilind bikin

09:03

JINHA

AMED - Li hemberî polîtîkayên AKP'ê ya ku li Kurdistanê şer daye destpêkirin jinên endamên KJA û BİKG''ê di 5'ê îlonê de hem wext çalakiya runistandinê bikin.

Li hemberî polîtîkaya AKP'ê a şer li Kurdistan û Turkiyê jinên endamên KJA û Hewildana jina a Aşitiyê (BÎKG) çalakiya hemwext li Amed, Dersîm, Îdir, Stenbol, Mêrdîn, Mûş û Wanê li darbixin. Jin dibên "Di vî şerî de mirinê, xizmê xwe windakirin û ji bir kirin jî, di encamê şîddet zedê dibe, em nabin hedefa rika gel jî red dikin û em dibên "pêwistiya min aşitiyê heye" ji ber vê yekê jî emê 5'ê îlonê em jin tênê ba hav. Divê dengê çeka bisekine, ji bo na şer raweste û çareseriya demokratîk û pêvajoya aşitiyê careke din destpêbike em deng derdixin. Em bang li hemû jinan dikin ku bila deng derxin. Li Qada Şex Seît ya Deriyê Çiyê yê Amedê jin di navbera seat 17.00-19.00'an de çalakiya rûnistinê li darbixin. Jin bi erbane bên qadê û ji bo aşitiyê daxwazê xwe bibêjin. Rêvebera HDP'ê a Amedê Selma Metîn anî ziman ku ewê bi van çalakiya şer red bikin û got: "Jin herî zêde di dema şer de mexdur dibin. Em dibên êdî bes e. Em aşitiyê dixwazin û emê pêk bînîn."

'Em rêka zarokên xwe bi çevên girî nesekinin'

Selma anî ziman ku di demekê zehmet de derbas dibin û hemû der wekî bûye topa agir û ev tişt gotin; "Divê demildest ev şer were rawestandin. Ji bo vê yekê jî em jinên pêşenktiyê bikin. Em jin dayik in,xwîşkin,hevserin,dildarin û em jinin. Jin aşitiye,li hemberî şer berxwe dide. Divê hetanî li heremê û tirkiyê zemîn bê xweşik kirin emê din ava çalakiyan de bin. Divê hemû jin bi hevdira bin. Em hemû jin dest bidin destê hevdi û van kuştina bidin sekinandin. Edî bila dayîk ne taputê zarokên xwe hembêz bikin bila zarokên xwe hembêz bikin. Edî em naxwazin bi çevên girî benda zarokên xwe bin.

'Emê eşkere bikin em şer hiznakin'

Selma destnîşan kir ku ewê diyar bikin ew şer naxwazin û wiha dom kir; "Em li hemberî vî şerî ne û em zarokên xwe li cem xwe dixwazin. Şer bi xwe re zehmetiyan jî dîne. Şer de heman demê de krîza aboriye jî. Aşitî avakirina wê zehmet e lê riya wê hêsan e. Em aşitiyê wekî pêvajoya muzakera mirov dikare li ser masê nîqaş bike. Wekî nîyeta kesên ku vî welatî rê dibe evbe. Tiştekî mirov nikare nîqaş bike û bi hevdira parve bike nîn e."

Selma da zanîn ku zîhniyeta mêra ji bo deskeftinên xwe her tiştî dikin û wiha got; "Di şer de jin mexdur dibe,rastî tacîz,tecavûzê tên. Rojeke jin rastî tundiyê neyê nîn e. Em jî dibên êdî bes e. Em vê aşitiyê dixwazin û emê saz bikin."

(pk)