Emê aştiyê biqêrin lê emê dest ji parastina xwe ya cewherî jî bernedin

09:05

JINHA

WAN - Jinên Wanê bertek nîşanî şerê topyekun hatî despêkirin dan û gotin: "Emê li gel her kesî û her tiştî ji daxwazên xwe yên aştiyê paşde neçin, lê emê nesekinin ku kes bên me înfaz bikin. Emê parastina xwe ya cewherî bikin û li ber xwe bidin."

Jinên wanê bertek nîşanî operasonên siyasî û leşkerî ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê hatîn despkirin û bê sînor bi qirkirinan berdewam dikin dan. Behice Abi diyar kir ku hikumeta AKP'ê serketinên HDP'ê hezim nekir û wiha got: "Erdogan ji me çî dixwaze, me bi mafê xwe bend derbaskir û em ketin meclisê. Îro cardin hilbijartinek bê kirin emê cardin biserkevin. Dê vîn kurdan û aştî biserkeve. Çiqas zarok û sivîlan qetilbikin emê cardin vîna xwe ya aştiyê nîşan bidin. Polîsên Erdogan kolnanên me reht bernadin. Jin û zarokan hedef digirin û her şev tên kolanên tiştek têde neyî gazê direşînin me dinava dumana gazê de dihele."

'Emê cardin li vîna xwe xwedî derkevin û cihê xwe yê di meclisê de bigirin'

Behice bang li Emine Erdogan kir û wiha domand: "Heger ew jî dayîkeke divê niha hindirê wê jî bişewite. Ger ji zarokên xwe re dayîktî nekiribe vê êşê tênagihe. Erdogan ji saraya xwe hez dike û hewildide deshilatiya xwe bidomîne. Bila li qusurê mêzeneke ev ne gengaze. Divê hevjîna wî Emîne bê baldarkirin zarokên me jî bi qasî yên wê binirxin. Çawan Saddam hat kişan dê Erdogan jî wiha bê kişan. Her dem sona diktatorên weke Erdogan heman bûne. Bila bi qasî dixwaze Erdogan bikeve hilbijartinê emê cardin vîna xwe bixebitînin û cihê xwe yê meclisê bigirin."

'Divê jin li hember êşan bibin yek'

Behice destnîşan kir ku ewê li hemberî şer polîs, leşker û gerilayan biparêzin û wiha berdewam kir: "Em êdî aştiyê dixwazin. Çawan dema ku cenazê polîsan diçin mala wan malbatên wan xemgîn dibin, dayîkên gerilayan jî xemgîn dibin. Ez ricayê ji dayîkên polîs û leşkeran dikim, bila êdî ew jî dengê xwe derxînin û di derbarê rawestandina vî şerî de ew jî bang bikin. Ji bo wê jî divê em bibin yek û yek dil. Ez dixwazim di dawiyê de bangekê bikim, bila êdî ji bo rawestandina vî şerî xebat bê despêkirin û jin pêşengiya wê xebatê bikin. Ji ber herî zêde jin ji vî şerî bandor dibin."

'Canê zarokên gelê mazlum digirin'

Hanim Acar jî anî ziman ku Tayyip Erdogan piştevaniya DAIŞ'ê dike û li hember kurdan şer dide despêkirin û wiha dom kir: "Ne ez ne zarokên min em nikarin razin. Her şev gaza îsotê diavêjin taxên me, li gel em derî û paceyan jî digirin gaz heya hindirê malê tê û em nikarin rakevin. Ez ji ewlehiya zarokên xwe fikaran dikim. Erdogan xwîna me vedixwe û têr nabe. Zarokên xwe, xizmên xwe diparêze, lê zarokên gelê feqîr feda dike. Rawestandina vî şerî di destê wî dene, lê ji ber ku zarokên wî nayên kuştin canê wî naşewite. Divê dayîkên leşker, polîs û gerilayan bibin yek û banga aştiyê bikin."

'Emê parastina xwe ya cewherî bikin û li ber xwe bidin'

Suzan Bor jî balkişand ser qetilkirina sivîl û zarokan û wiha pêde çu: "Em li ser axa xwe rastî qirkirinan tên. Serketina me ya hilbijartinan hazim nekirin û şer dan despêkirin. Lê ev gel ji wan natirsin. Bi salane ji bo parastina vê axê û neperçiqandina xwe me canê xwe daniye holê û em tekoşînê dikin. Dest ji vê axê berdana me ne gengaze. Li gel her kesê û her tiştî emê dengê aştiyê bilind bikin. Lê emê li bendê nemînin ew bên me înfaz bikin. Emê parastina xwe ya cewherî bikin û li ber xwe bidin."

(zt)