Jinên mexdûr û şahidên qatîl Musa Çîtîl rastî vegotin
09:56
Rojbin Kaçan/JINHA
MÊRDÎN - Jinên mexdûr û şahidên suc ên ku li gundê Xirarê ya Dêrikê zarok û hevserên wan ji aliyê Fermandarê Cendirmeyan a Dêrîkê Musa Citîl ve hatin qetilkirin şahidiya xwe axivîn. Jinan bertek nîşanî peyvirdarkirina Musa Cîtîl a Fermandariya Cendirmeyan a Herêma Amedê dan. Jinan xwestin ku Musa bê darizandin.
Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeya Dêrikê yê berê Musa Çîtîl, di 16'ê Sibata 1993'an de li Gundê Xirarê yê navçeya Dêrika Mêrdînê 13 welatî qetil kiribûn. Piştî malbatan serlêdana sûc kir, Musa Çitîl demekê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çorumê hat darizandin. Lê Musa ku tev li gelek sûcên îşkence, kuştin, tacîz û tecawiza bû, li şûna bê cezakirin, hat xelatkirin û wekî Fermandarê Cendirmeyan ê Herêma Amedê hat xelatkirin. Dema Musa Çîtîl li Dêrikê fermandar bû, di mijdara 1993'an de û di 1994'an de 3 caran Ş.E binçav kir û ji tecawiza wê hat darizandin. Malbatê ewil li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê doz vekir. Lê li ser daxwaza Dadgeha Bilind doz sewqî 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çorumê hat kirin. Li şûna Musa Çîtîl bê darizandin, hat xelatkirin û wekî Tumgeneral li Amedê bû Fermandarê Cendirmeyan ê Herêma Amedê. Piştî Musa li Amedê bû fermandarê Cendirmeyan a Herêmê malbatên 13 welatiyên ku ji aliyê Musa ve hatin qetilkirin bertek nîşan dan.
'Em kirin terorîst'
Welatiya gundê Xirarê ya 40 salî Hediye Çeviren, diyar kir ku dema qetilkirin pêk hat, hevserê wê, tî û xezûrê wê hatin qetilkirin û wiha got: "Di sala 1993'an de leşkeran bi ser gundê Xerarê de girtin. Xaniyên me bi bombeyan hilweşandin. Di mala me de 5 kes hatin qetilkirin. Kesên sax man jî hatin binçavkirin. Wê demê Musa Çitîl li Dêrikê serbaz bû. Di vê komkujiyê de hevser, zarokên me bi awayekî hovane qetil kirin. Leşkeran piştî 13 xizmên me qetil kirin gotin 'Me terorîst kuştin' Em kirin terorîst. Mala me şewitandin. Hevserê min, tîyê min, xezûrê min û biraziyê min qetil kirin. Bombe xistin mala me xaniyê me hilweşandin. Di ser komkujiyê re 23 sal derbas bûn, hêj li ber çavê me zindî ye."
'Em qatîl li ser axa xwe naxwazin'
Hediye, xelatkirina Musa jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Li şûna Çîtîl bê darizandin, berat kirin û wekî Fermandarê Cendirmeyan ê Herêma Amedê xelatkirin. Ew qatilê me ye. Em qatil li ser axa xwe naxwazin. Em dêheta dawî mafê xwe biparêzin. Em dixwazin ev kujer bên darizandin û cezakirin."
'Musa Çîtîl ji bo dîsa me qetil bike hat peyvirdarkirin'
Hediye, destnîşan kir ku ji ber Tayyip Erdogan di 7'ê Heziranê de li herêmê deng negirt, Musa Çîtîl peyvirdar kir û ji bo me dîsa qetil bike ew li herêmê peyvirdar kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dixwaze dîsa zarokên me qetil bike. Lê em naxwazin disa zarokên me bên qetilkirin. Em dixwazin bê cezakirin."
'Min nizanibû ez û 3 zarokên xwe çi bikim'
Welatiya Gundê Xirarê ya 42 salî Fatma Erek jî anî ziman ku di sala 1993'an de leşkeran bi ser gundê wan de girt hevserê wê binçav kirin. Fatma, da zanîn ku leşkeran piştî hevserê wê birin qetil kirin. Fatman, destnîşan kir ku wê demê nû zaroka wê çêbibû û wiha got: "Zivistan bû. Hatin hevserê min binçav kirin û birin. Bu roja din serê sibê agahî hat û gotin hevserê te hatiye kuştin. Piştî hevserê min hat kuştin, ez û sê zarokên xwe mam. Min wê demê êdî nizanibû çi bikim. Dunya li ser serê min hilweşiya.
'Qatil beraet kirin'
Fatma Erek, destnîşan kirin ku hevser û xizmên wan kuştin,lê cenazeyê wan jî nîşan nedan û defin kirin. Fatma, anî ziman ku piştî fêr bûn qatil Musa Çitile doz vekirin û wiha berdewam kir: "Doza Çitîl şandin Çorumê. Ji ber vê yekê me zahmetî kişand ku dozê bişopînin. Hemû hewldana me vala derket. Dîsa Fermandar Çîtîl beraet kirin. Heta ku Musa Çîtîl bê cezakirin dê doz û têkoşîna me berdewam bike.
Zuleyhan Çeviren a 48 salî jî hevserê xwe û xizmên hevserê xwe di komkujiyê de winda kirin û wiha got: "Leşker saet di 07.00'an de bi ser gundê me de girtin. Hevserê min ji malê derxistin û îşkence lê kirin. Mam û dotmama hevserê min jî ji malê derxistin û mal bombe kirin. Di komkujyê de Yusuf, Necat, Ahmet û Abide qetilkirin. Divê teqez Musa Çîtîl bê cezakirin. Me tu carî dest ji vê doz û tekoşînê bernadin.
Fatma Çeviren a 80 salî jî di komkujiyê de zarokên xwe winda kir xwest ku teqez Musa Çîtîl bê darizandin û cezakirin.
(mae)