Dewreya perwedeyê ya Ş. Ekîn Wan dest pê kir
09:59
JINHA
EFRÎN - Navenda Zanist û Ramanê ya Jinan dewreyeka perwedeyê ji rêveberên komînan re dan destpêkirin, endamên komîteyên çandiniyê û zimhêrê yên navçeya Şiyê jî beşdarî dewreya ku bi navê Şehîd Ekîn Wan hat lidarxisitn bûn.
Navenda Zanist û Ramanê ya Jinan dewreyeka perwedeyê bi navê Şehîd Ekîn Wan dan destpêkirin. Dewre bi beşdarbûna 16 rêveberên komînan û endamên komîteyên çandiniyê û zimhêrê yên navçeya Şiyê dest pê kir. Di dewreya ku dê hefteyekê dom bike de dê dersên li ser girîngiya perwedeyê, civaka zayîndî, hevjiyana azad, şerê taybet, rêziknameya Yekîtiya Star, jin û siyaset, Neteweya Demokratîk, Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk û islûb bêne dayîn.
Dewerya perwedeyê ku beriya vê bi beşdarbûna 16 rêveberên komên jinan ên navçeya Bilbilê hatibû destpêkirin di 22’ê tebaxê de bi dawî bû.
(rc)